Can Birahim û Dîwana LORÎN
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 11 íæáíæ 2017
Mijar: Nûçe



Konê Reþ
 
  LORÎN; yekemîn dîwana helbestvan Can Birahîm e. Ev Dîwan di serê vî meha tîrmehê de li Qamiþlo bi çapek taybet hatiye çap û belavkirin. Dîwan ji 128 rûpelan pêk tê; ji diyarî, pêþgotin û 10 helbestên di nevbera kut û dirêj de ye.. Pêþgotin, min nivîsandiye û da ku dirêj nekim û serê we neêþînim, fermo pêþgotina min ji Dîwana Lorîn a mamoste Can Birahîm re daniye bixwînin:
(Ji berî du salan ve ye ku min Can Birahîm nas kiriye. Bi wê naskirinê re, her heftî  carekê du caran rêka xwe bi min dixîne, tûrikê xwe ji helbestên nû li ber min radixîne.. Ez jî, bi guhdariyek berpirsyane li helbestên wî guhdarî dikim û gelek caran bi gotinên wî ji þîn û þadiyê û bi hestê wî re hatime hejandin.. Wek ku kêfa min ji þêweyî hunandina wî û ramanên wî ji helbestê re hatiye, ji kêm helbestvanên din re hatiye.


  Helbestên wî bi nûjeniyeke xweþ hatine ristin, ne kêmî nûjeniya helbestên pêþketî di nav cîranên me de ji Ereb, Ecem û Tirkan. Ji xwe helbestên wî bi gotinên kurdî yên orjînal û watedar xemîlandîne û bi zimanekî hêsan û nerim ku tev celebên xwendevanan têde digihêjin, hatine nivîsandin.
  Eger dirêjbûnê di hin helbestên wî de dibînim û di hina de jî bêtir kirasê herêmî ku bi Kobanî ve girêdayî ye xuya dikin. Ev herdû þanik hinekî ji nirxê helbestê kêm dikin. Xwezî di helbestên hatî de hayê wî ji vê yekê hebe. Ji ber ku heyamê me heyamê lez û bezê ye, ew dema zêde bi mirov re nîne ku helbesta dirêj bixwîne û çax û demê xwe pêre derbas bike..
  Can Birahîm yek ji wan kesên ku civaka xwe diþopîne, bi welatiyên xwe ve girêdayî ye û hewl dide ku wan ji nêzîk ve nas bike. Ji xwe çendî nivîskar bi civaka xwe ve girêdayî be, wiha wê berhemên wî duristir bin û bêtir bêne xwendin.. Ji xwe pêwistiya me bi xwendevanan heye.
  Wek ku ez zanim helbest; çand û felsefeya mirovê helbestvan e. Dîtin û hêviyên wî ne, ji pêþketina civaka wî re.. Helbestvanê afrêner, ew mirovê ku rewþenbîriya xwe, serwextiya xwe bi rengekî helbestî dihûne û têde felsefeya xwe ya jiyanê, ji evîn, hezkirin û kul û xeman li ber welatiyên xwe datîne.. Can Birahîm yek ji van mirova ye.


  Helbestvan Can Birahîm di sala 1969an de li Kobanî, gundê (Qeraçê Þêxan), çêbûye, xwendina seretayî, navendî û lîse li bajarê (Reqqayê) bidawî anîye, lê her têkiliyên wî ji gundê bapîrê wî û civaka Kurdî ya orjînal qut nebûye û hez zimanê kurdî kiriye û bi ziman û ferhenga kurdî ve hatiye girêdan.
  Di sala 1988an de di bin bandora kalikê xwe (Hemûdê Mislim) û helbestvan (Yûsivê Berazî) de xwe berdaye meydana hunandina helbestê û têde biserketiye.. Li gor þopandina min jêre; eger berdewam bike wê cihekî xwe yê bilind di Kurdistanê de bibîne.
  Naxwazim di pesnê dîwana Can Birahîm de liqata tîpên ziwa bikim û tîpan bi kotekî durêzî hev bikime, helbestên di nav destên we de xweþ bersivin ji pesnê min re).
Konê Reþ, Qamiþlo, 12/7/2017






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4663