Roj çû ava
Dîrok: ÇáÃÍÏ 09 íæáíæ 2017
Mijar: Nûçe



Þêrzad Zeynelabidin
 
Me jî borî roj çu ava
Hetavsorka wer b`bîne
Þengebî bûm li ber derava
Evro xunav pêve nîne


****
Yahat pawîza jiyarê
Belig werhan ji evê darê
Roj ava bû ya diçît xarê
Mirin ya bê kerb û kîne
****
Westam bijîm westam bimînim
Westam rabim , Westam birûnim
Westam xewna hero bibînim
Xewin jî her tijî xûne
****
Bê nivistin xewna dibînim
Çend perên spî hema di xûnim
Hûviya li ser berek hiþk diçînim
Ta hemiya got evê dîne
****
Ne yê dînim ne durust im
Bê dadiya wez buhuþt im
Ne sax kirim ne wez kuþt im
Gote min ka hêþta bimîne
****
Bimîn ez bi vî halî
Bi vî derdî bi vî darî
Herê dûrim ji gund û warî
Ka vî barî tu bihelîne
****
Çi barekê pir senge ew
Çi derdekê bê denge ew
Çi buharek bê renge ew
Li min sotin dil û sîne
****
Dil û ceger li min kuzrîn
Xoþî hemî çûn û firîn
Rêk û tev pir jî li min birîn
Ew çi tuxmin ka ew kîne ?
****
Ewin nehez dujmin neyar
Hind bekrok û hind jî exyar
Qeda f '''''''''''''''' hemada hate xar
Nê ji kerbada tev peqîne .
 

09/07/2017
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4660