Xizan Þîlan
di konçalên mêjiyê
min de
bi hezaran
bersiva pirsên nependî
diçeliqin
aqil û wijdan
li nav nakokiya
hestên tevlihev
radiperin
li biharên kesk
berfa kul û kederan li ser þadiyên min
dibarin
çûkên þeveder
di dewsa min de îlahiya miriyan
dilorînin
roj
di dîmenên çavsoran de
reþtarî dibin
þev
li nav mija xewên sergêj
dibiriqin
ez
þervanê westiyayî yê çaxa xwe me
li pola jiyanê
mamosteyê felsefeya xwe me
hêviyên pûç
li morîstanan bi xwedî dikim
ji xeyalên tevizî
difilitim
di riya asê de ber bi rastiya bêdawî ve
dipekim
kenê rindika nazik
li ser xewnên xwe direþînim
ji lêvên yara sipehî
dermanê jana þîrîn vedixwim
ez
ne li havînan germ dibim
ne jî li zivistanan dicemidim
di nalîna têlên tembûra xwe de
dihelim
ez
ne ji xwe dûr dikevim
ne jî nêzikî xwe dibim
di valahiya giyanê fetisî de
çerx dibim
ez
birîna êþ û lerza bedena xwe
di tenêtiya þevên nazelîn de