ŞEWREŞ A RÛREŞ
Dîrok: ÇáÃËäíä 03 íæáíæ 2017
Mijar: Nûçe



Mehfûzê mele silêman

Rûreşê xelk bê çar kirin
Dilşad û aram jar kirin
Rûmet û bext jî tar kirin
Azad û jîn pir sar kirin


-----------
Desthilatan xwe har kirin 
Ar li her derê ra kirin 
Noker û hov şiyar kirin
Zindî hemî mirar kirin
-----------
Newêrekan hawar kirin
Dizekan xwe diyar kirin
Wênekan xwe bi par kirin
Xelk bê nan û bê zar kirin
-----------
Welatiyan xwe şaş kirin
Pîsan ew xiş û kaş kirin
Hin haş kirin ,hin daş kirin
Derya tije kelaş kirin
-----------
Xeraban jî xwe har kirin
Laş û rewan bêzar kirin
Hiş û raman zîvar kirin
Têr û dilêr hejar kirin
-----------
Koneyan xwe arzan kirin 
Pere xwarin,razan kirin
Jîrek û pîr nezan kirin
Bar li pişta barzan kirin
-----------
Şiyar û deq şeyda kirin
Genc û ciwan winda kirin
Dijûn û kîn peyda kirin
Dest bi “keyd” û xeyda kirin
-----------
Partî û bend ava kirin 
Xwe tevlî girava kirin
Xwelî li ser çava kirin
Xwe dûrî kurbava kirin
-----------
Welat vikî vala kirin 
Roj hemberî sala kirin
Zarok wekû kala kirin
Pê li maf û ala kirin
-----------
Ra û damar ziwa kirin
Çalak û pak riswa kirin 
Hêz û giyan jiwa kirin
Nav û nitik liwa kirin
-----------
Yên ragirtî poşman kirin 
Bê biryar û raman kirin
Giş gorî û qurban kirin
Bê hêvî guman kirin
-----------
Evîn û hez qaçax kirin
Bawer û wiz kampax kirin 
Bajar û gund bê tax kirin
War bê çîmen û bax kirin
-----------
Nîgaş û niyaz jê kirin
Xwen û omîd serjê kirin
Nêz û tîn ji rêjê kirin 
Gilî li nimêjê kirin
-----------
Vê rûreşê maf reşkirin
Gel û zevî dabeş kirin
Sax û dirust nexweş kirin
Qîz û zerî keleş kirin
-----------
Bi rûreşê şewreş kirin
Xelk pê gêj û serxweşkirin
Wêranî gur û geş kirin
Heban û tûr berxweş kirin
-----------
Hestê min tev birîn kirin
Kezeb û cerg bi xwîn kirin
Her Dil û çav bê bîn kirin
Paşroja me xemgîn kirin
-----------------------
Qamişlo 03.05.2016






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4651