Wêje ya bêzar
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 18 ÃÈÑíá 2007
Mijar: gotar



  Sîyamed Sîpan Ugurlu

Çanda Kurd, reha wê Wêjeya Kurd, kanîyek jenggirtî û veþartiye, ku heta roja îro zêde lêgerîn li ser çênebûye. Lewra kanî bêzar maye…
Kanîyek ku bahr û okyanusan ji þaxên xwe ber dide.


Tu çiqas ji vê kanîyê vexû, tê nikaribe hesretîya dîroka tepisandî di gulpekê de bera nav newalên nirxên xwe bide û bihêle ku bêzarî di newalên nirxên te de bêzar bimîne. Tê nikaribe dizên wêjeyê li ser ar ê dilê xwe bifetisîne, tê nikaribe bive rist û xwe di nav ava kanîya wêjeyê de berde.
Dizên Dîrokê, dizên Çandê her kû di Welatê Agir û Rojê, Welatê Kurdîstanê de derbas bûye, destvala neçûye, bê hudûd paxlên xwe yî gemarî tijî xemla çanda welatê min kirîye. Bi sedan dîwan, stran, gotar û gotinên pêþîyên me niha di zimanên biyanî de tê hejandin û di nav qîlên qirêj de tê cûtin û di devên xwînî de tê bi kar anîn.
Lewra min got ez xwe berdim nav vê bahrê, vexum ji vê kaniye û min destpê kir:
Geh „cîgerxwîn“ dibim, geh „dilbirîn“ dikevim nav bêbextiya dîrokek bê rehmê fetisîyê rastîyan. Carna dibim Baba Tahirê Uryan, dîlê nirxên hestên xwe û carna jî dibim Feqîyê Teyran û bi zimanê çivîkan ristên hesretiya bêhnek bayê azad dinihirînim. Carînan jî dibim stran û di devê Evdalê Zeynikê de li ber bayê dîrokê tê xistim…
Netewek bi nirx û çanda xwe tê nasîn, ku ev tunebe cûdabûn di navbera gelan jî tuneye, ku ev tunebe hebûna civak jî tuneye, hemû tiþt bê wate û lal dimîne. Nirx mirov dikare bi wêje, bi ziman û bi çandê bi lêv bike. Wêje, ziman, çand amûrê xwe naskirin û nasîna civakane. Di jîyanê de „ziman“ alavê ku mirov xwe pê tîne ziman, lê belê di wêje de ziman zêdetir wek amûr ji bo armancê tê bi kar anîn.
Derxistina holê ya berhemekê, nekû wek axaftinê wek peyvê bi kar tê anîn, peyv û hevokan li nav hev dixe û nûjenîyek, nayê ji bîr kirin diafirîne, mirov dikare wek Wêje di nav de Helbest bîne ser lêvên xwe. Helbestvan gotaran, peyvan û hevokan hemû li nav hevdû dixe û di dawiyê de dihûnîne mîna keziyên Wêjeyê. Li ber ba xistina kezîyên Wêje yê jî xebat û liva Lêkolîneran e.
Wêjeya Kurd mirov dikare bi du pajan bi þax bike,
Beþa Wêjeya nivîskî û Beþa Wêjeya Peyvkî an jî devkî.
Ji bo ku dagirkeran çavê xwe bera axa Kurdîstan ê yî zêrîn dayi bi sedan salan peynûsê dapîrên me asteng kirîye, Wejeya Nivîskî zêde pêþde neçûye. Zêdetir Wêje ya devkî ango peyvkî xwe li hemberî hemû qedexe û astengkirinan parastiye û pêþde xistiye. Nirxên dapîrên me û wêneyên dîrokê wûsa ji hezar salan hatiye heta roja îro.
Bi vî awayî Helbest, Çîrok, Serpêhatî, Destan, Stran û Gotar mirov dikare wek þaxê Wêje ya gel ya nivîskî bîne ziman. Ji bo ku nivîskarên wan ne dîyarin, dikeve nav bahra berhemên gel.
Dîwanên, ku piþtî hemû tinekirin û asîmlebûna li ser ziman û nasnama wî, heta roja îro gihiþtiye destê me, gelek kêm û ne beþabeþe. Ev jî li gor qalibên nivîs û pêþketina zimanê erebî hatiye honandin û dikeve bin þaxê Wêjeya dîwanî ya gel bi nivîskî.
Piþtî ku ola îslamyetê belav dibe, ev bandorek mezin li ser çanda kurd dike, bi taybetî li ser ziman û wêjeya kurd. Wek mînak çiqas gotarên bi erebî bihata bi kar anîn ewqas nivîsar bi bandor dibû û qalibê ne pêþketî yê zimanê erebî bê gûman bi bandor bû. Ji bo ku Nûserên Kurd wek ku min anî ziman li gor qalibên zimanê erebî berhemên xwe honandiye, di pêþketinê de jî qels maye.
Gelek Helbestvan û Nivîskarên Kurd bi zimanê biyanî nivîsandine û ez bi hetikî dibêjim ku xizmet ji Wêjeya biyanîyan re kirîye.
Ev agahî û zanista li ser Wêjeya Kurd em hemû deyndarê Lêkolîner û Kurdologên biyanî ne, ku li ser Wêjeya Kurd lêgerîn pêk anîye. Zanyarên Kurd yê ku li ser wêjeya Kurd serê xwe êþandiye bi daxbar dibêjim ku kêmin.
Li Gel hemû zext û zordestiyên li ser çand, wêje û zimanê wî jî, Kurdan xwe parastiye û nehiþtiye ku bive qurbanê derewên dagirkeran.
Cîgerxwîn li ser agir rist dixist dîlanê, Elî Herrîrî dilê xwe dixist devê xwe ji bo gotarên Kurd gihêje roja îro, Melayê Cizîrî xwe kir mêvanê þevê kûr û dirêj da ku kaniya wêjeya kurdî ya bêzar di nav jengê de winda nebe, Ehmedê Xanê hezkirin li xwe tobe kir, ji qêndî evîna nivîsandina helbestan.
Lê rastiyek mirova matmayî dike, ev jî ne eleqedarbûna Kurd a ya ji bo nivîsên kurdî ne. Helbestvan û Nivîskarên me yî, ku bu sedemê avakirina nirxên kurdîtîyê, çima di nav rûpelên pirtukên tozgirtî de lal dimîneþ Em çima zimanê zêrîn diguhere bi paxirê genî.

 

 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=465