Penceþêr me dikuje lê bi me re dimire!
Dîrok: ÇáÃÍÏ 02 íæáíæ 2017
Mijar: Nûçe



 Bavê Zozanê
 
Ev hevok sernavê helbesteke Ferhadê Ýçmo ye: “Penceþêr me dikuje lê bi me re dimire!” Heyf û mixabin ku di 08.06.2017 roja pêncþemê, demjimêr dora heþt û pênc xulekên êvarê helbestvanê me bi vê êþa giran çû ser oxira xwe ku wisa 57 buhar bi zor û heft kotekan ji me re zer kirin.
Tê bîra min ez beriya 15 salan çûme ba helbestvanê hêja Ferhadê Ýçmo li firoþgeha wî. Wê çaxê rehmetî dîwana xwe “Landik” diyarî min kir. Wisa jî min her êvar helbesta wî ya “Çûko Çûko sefarî” ji zarokên xwe re dixwend.


Helbestvanê me yek ji helbestvanên pêþîn bû ku ji zarokan re dinivîsand, wisa jî stûneke sereke ji stûnên helbesta kurdî ya nûjen û stranvanî li Rojavayê Kurdistanê bû.

Dora 7 dîwanên helbestvanê qedirgiran Ferhadê Ýçmo hene: 1. Lêmiþte zozan 2. Piþtî çi 3. Evîna te 4. Pelên Spî 5. Qêrîna Yekemîn 6. Landik Yek 7. Landik Du.

Wisa Xwedê jê razî Selah Berwarî çend helbestên hozanvanê me Ferhad, wergerandibûn ser zimanê erebî û wek dîwanekê bi navê “Demsalên Evînê” li weþanxaneya Dar el Yenabîh li paytexta Sûriyê Þamê di sala 2008an de da çapkirin.

Çûna helbestvanê me bi vî rengê bilez ziyan û zirareke mezin gihand torevanî û wêjeya kurdî bi giþtî û edebiyata kurdî li Binxetê bi taybetî. Xwediyê “Destê min bigire û pir xweþ e cîhan” ku hunermendê nemir Mihemed Þêxo di sala 1985an de straye, zû ji nav me bar kir.

Ferhadê Ýçmo di sala 1960î de li bajarê Qamiþlo hatiye ser rûkê goka zemînê. Di sala 1984an de, endazyariya þaristanî li Zanîngeha Helebê xilas kiriye. Bêguman endazyariya wî di vê helbestê de tê xuyakirin “Bi çîkên çîka, çîkistana me bû çar çîk, lê bi çîkên me her çîkek wê bibe çil û çar çîk!”

Gelek çîkên Ferhad, mebesta min helbestên wî ji rexê gelek hunermendan ve hatine awazkirin û bûne stranên herî xweþ û nazik, mîna Mihemed Þêxo, Beha Þêxo, Birûsk, Adil Hiznî, Xelîl Xemgîn, Þeyda, Sefqan, Seid Ferso, Selah Osê û çend kesên din.

Wisa jî nemirê me gelek xelat û bawername ji pir cihan wergirtiye, mîna Xelata Cegerxwîn a Afirandinê ji Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê (2013) û xelataMehrecana Helbesta Kurdî li Sûriyê (2012) û vê dawiyê xelata E. Alûçî û gelek xelatên din.

Bêguman ev xelat û bawername nîþan didin ku helbestvanê me ewqasî nêzîkî êþa gelê xwe dixebitî ku wisa jî ronakbîr û dilsozê peyvê bû. Lewma di 19.06.2016an de birek rewþenbîrên Kurd ên Sûriyê yên dost û heval bi rêz û germahî nexweþê xwe Ferhad bi rêya deriyê sînorî yê Sêmalka derbasî Herêma Kurdistanê kirin ji bo çareserkirina wê nexweþiya mîrat a ku xwe di serê wî de palvedabû.

Bêguman hikûmeta Herêma Kurdistanê kêmanî bi rehmetî re nekir. Bi dilxweþî xort li wir jî lê kom bûn, bijîþkan jî emeliyateke mezin ji serê Ferhadê nexweþ re çêkirin. Wek me bihîst wê demê ku rewþa wî pir baþ e, pêwist e ku êdî li Tirkiyê derman û îlaca xwe berdewam bike. Lê Ferhad zîvirî, hate Qamiþloka evînê.

Çima ew ji wir neçû Tirkiyê ji bo îlacê? Ez bersiva vê nizanim. Lê tiþtê ku ez qenc dizanim ew e ku Ferhad tu carî nayê jibîrkirin ji ber ku þoreþgerê peyva kurdî bû û timî hesta miletê xwe di peyva xwe de dihûnand, lewra jî ew dê her û her di dilê gelê xwe de sax û zindî bimîne.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4648