Eger Berî 27 Salan ez Helbestvanekî Cahil bûm, Îro Can Îbrahîm Helbestvanekî Xort î Nûhatî ye
Dîrok: ÇáÃÍÏ 09 ÃÈÑíá 2017
Mijar: Nûçe



Konê Reþ
 
  Di baweriya min de helbestvanî ne tenê rêzkirina gotina ye. Helbestvanî nameye; nîviþkê gotina ye.. Hevîrtirþê civakê ye..
Ji berî du salan ve, min Can Îbrahîm naskiriye, cara caran helbestên xwe ji min re dixwîne, li gor serwextiya xwe, ez bi guhdariya helbestên wî re kêfxweþ dibim.. Nûbûnê di helbestên wî de dibînim.. Dibînim ku semyenekî wî ji peyvên kurdî yên resen heye û ew bi zanebûn wan peyvên resen di helbestên xwe de, bi rengekî nûjen, bikar tîne.. Eger ez berî 27 salan wek helbestvanekî (Cahil) hatime pesin dan, îro ez Can wek xortekî helbestvan yê nûhatî pesin didim.


 Çîroka helbestvaniya min î Cahil li salên piþtî prostroyka Sovyêtê/ 1989 vedigere. Piþtî ku Sovyêt ji hev ket û herifî, zext û zora ku li ser ronakbîrên kurdan yên Ermenistanê hebû, hinekî sivik bû û rê li ber wan hat vekirin ku bi ziyaretî ji Sovyêtê û Ermenistanê derkevin. Hingî gelek ji wan ronakbîran, wek Prof. Celîlê Celîl, Ordîxanê Celîl, Tosinê Reþîd, Eliyê Ebdilrehman, Tîmorê Xelîl û Eskerê Boyîk hatin nav me Kurdên Sûriyê, bajarê Qamiþlo.
   Xelkên Qamiþlo jî, bi germî pêþwaziya wan dikirin, wî li wî yê ku nivîskarê Kurd yê ku ji Ermenistanê hatiye Qamiþlo bibîne û vexwendî mala xwe de bike.  
  Di bihara 1990''''''''î de jî, Dr. Eskerê Boyîk hat Qamiþlo, li me bû mêvan, min û hevalê xwe Abdulbaqî Huseyin wek redakisyona kovara Gurzek Gul, me xort dane hev û jêre þevbuhêrkek pêk anî. Di wê þevbuhêrkê de, camêr Eskerê Boyîk ji me re li dor rewþenbîrên kurd yên li Ermenistanê axifî û hin helbestên xwe xwendin. Gelekan ji me jî helbestên xwe jêre xwendin.. Ez û Abdulbaqî jî di nav wan de bûn. Dawî helbestên me dene hev û bi xwe re birin Yêrîvanê, da ku wan di rojnameya (Riya Taze) de belav bike.
  Piþtî çend heyvan ji vegera wî, rojekê hevalê me rehmetî Ferhadê Çelebî rojnameya (Riya Taze) ji min re anî û got: Va Eskerê Boyîk du helbestên te di bin navê (Helbestvanê Cahil) de di rojnameya (Riya Taze) de weþandine. Hingî kêfa min gelekî bi belavbûna wan helbestan re hat.
  Îro, piþtî 27 salan ji wê helbestvaniya min a (Cahilî), ez berî du salan rastî xortekî nûhatî bi navê (Can Ibrahîm) di meydana afrirandina helbesta nû hatime. Bi xwendina helbestên wî re, his û hastên min ji xew þiyar dibin! Nemaze ku ew helbestên xwe bi peyvên kurdî yên orjînal dixemilîne û bi zanebûn ronahiyê berdide dor êþ, kul, nexweþî û kêf û þahiyên welat û welatiyên xwe yên birîndar..
Eger ew ji Kobanî derbiderî û penaberî Qamiþlo bûbe jî, lê her hestê wî yê helbestvaniyê di bin sîbera yek welatî de bi hawar û gaziye.. Ji yek welatî re stranên xwe dibêje û dibilîne û ji yek welatî re dilîlîne û dinuhirîne..
  Eger rojnameya (Riya Taze) ji berî 27 salan ez wek Helbestvanekî Cahil dîtibim, îro ez Can Îbrahîm wek helbestvanekî xort î Nûhatî dibînim. Serketin û berdewamiyê jêre hêvî dikim.
 
Konê Reþ, Qamiþlo, 09/04/2017






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4577