Ji Rûpelên Jina Kurd
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 10 ãÇÑÓ 2017
Mijar: Nûçe



Desteya Sernivîser
 Ji roja roj de jina Kurd di hemû warên jiyanê de li kêleka mêrê Kurd e, lê di van çend salên dawî de ew bi hêz derbasî qadên xebatê yên curbecur bûye, û tiþtê balkêþ ew e, ku di qadên þerê li hember terorê de roleke pir mezin û hêja dilîze û li seranserî cîhanê bi erênî tê nirxandin. Bi xebata xwe ya nerxbilind Jina Kurd dengê xwe gihande hemû cîhanê ta ew weke sembola azadîxwaziyê hatiye destnîþandan. Bê guman ev tê wateya ku  civaka Kurdî, nemaze ya Rojavayê Kurdistanê, ji hemû civakên hawîrdora xwe pêþketîtir e.


 Helbet serkeftina jina Kurd ne bi hêsanî hatiye, lêbelê ew ji encama xebateke dirêj, xebateke ku rastî pir dijawarî, kelem û velukimandinan dihat, hatiye. Belê gelek zor û zehmetî rastî jinan hatin, herweha gelek qurbanî jî dan, û li dijî nêrînên paþdemayî yên di nava civakê de ku jinê tune dikin tekoþîneke bi hêz ji aliyê jina Kurd de hate kirin. Baweriya me jî ew e, ku her jineke azadîxwaz ustubariyeke weha bide ser milên xwe û bi bîrûbawerî û zanebûn tevbigere.
Bi hilkeftina 8ê Avdarê, Roja Jinê ya Cîhanî, roja serhildana dengê azadiyê û wefadarî bi dayik, xwîþk, evîndar û hevjînan, em hemû jinên cîhanê û bi taybet jinên kurd ên leheng pîroz dikin û serkeftinê ji wan re hêvî dikin.   
Azadiya jinê pêþketina civakê ye, û pêþketina civakê jiyan bi xwe ye.
 
Rojnama Rewþen, hejmar 21
Adar2017z/ 2629k.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4554