Hunermend di hembêza rêber de
Dîrok: ÇáÎãíÓ 09 ãÇÑÓ 2017
Mijar: Nûçe



Nizar Yosif
 
Herdu nemir ên ku mirin mirandin,kesayetiyên ku jiyana asteng westandin, bi viyan ên xwe dildarî vejandin.Ji hîmên ked û bizavên xwe yên bê hempa, di bindariya welat ê merc dijwar de (parçebûn, hejarî, têkilhevî, veqetandin) bilindbûn bi serfirazî ava kirin.
Hunermand ê xwedan peyam  li pey amancan peziya ,di hemî çaterî yê rêyan de li jiyangeha xwe digeriya ,ewî mebesta xwe dirawestgeha þoreþê de dît.


Piþtevaniya xwe dirêbertiya dîrokî re diyarkir,û tiþtên xwe yên giranbuha spart wê rê, û xwe lê pestand. Ew payedar, bî diyardeyek hunerî di huner ê kurdî de,bi hemî þêweyan girêdanên xwe bi doz ê ve biwêj kirin. Nimûneyek sereke yê hunermend ê xwedan syanet,rêza xwe çand û rêz jê re hate danîn .
Di nava rivde yên pêþmergeyan de cih girt,bi saz û hestên xwe dîlanên mêrxasan gerandin.
Bi sirgun yê re di tîravê re herikî li Zagrosan qefiya,dibin siha sêwana piyar de,di hembêza rêberê xwe Barzaî yê nemir de, di hêlînên Bazan de liviya.        Di cihên germ de perên xwe gij kirin, di asmanên aza de Baskên hunerî berdan bi numa hêlmên kûr kêþandin.
Hunermend M.Þêxo, hawarî li pê Hetavê di þpand,di civatên xebat a netewî de li roniya rêber rast hat. Huner ê wî kirar û serpêhatî saz kirin,dengê xwe di gelî û hevrazan de li leþkirên kurdistanê digihandin.
Di eniyên cengê de herduwan dilêr î dan hev û didan gelê xwe yê birçiyê azadiyê. Bi niþtimanperwerî bi berpirsyaî nêzîk î doza pîroz bûn.
Lewma bi pendiyar î û bi hemî þeweyên berxwedan ê yên rêveberî û hunerî li dij dakîrkir û kirarên sîstemên wan yên riswa,cefa kêþandin.Bizav ên ji bûyî mafên mirovayî û netewî zîl dan û þaxên xwe yên hunerî û rêveberî li herçar hêlan radan. 
Metirsiya canê xwe nedidan ber çavan,lê belê tirsa parastina gel û diroka miletê kevnar,warê zayîna mirovayê, cihê aferîn a Adem û Hewa dikirin. Berevaniya þûngehên wan, Þikeft û Bexçeyên jiyan bijon dikirin.      
Ev kesayetiyên bi romet, hosta yên avakirina materyalên belav û têkilhev in,bi zûtêgihiþtin û têkildarî û berpirsyarî nêzîk van mercan dijwar di bûn. Ji teraya hestûyên xwe ve ew ketin bin bandora zordariyê û kirarên ne mirovayî, yên ku mêtingeran ji bû tunebûnê bi ser gelê kurd û kurdistanê de di daweþiyan.
Ji hevveqetandina vê gêreyê û mercên avakirina vê þehitandin ê, giringî bi hestên cuda û bîraweran divêt. Endezyarî û lêvegerek sereke,xwedan þêwr mehrîfet, û hunerek taybet diviya ta ku bikaribin rêbertiya xwe bi durv ên cuda bi afirînin.
Bi wan melzemeyên ji hev ketî, ji tine yê nîþanên xwe avakirin û cespandin, ew bar ên giran hilgirtin bi derfetên xwe yên kiçik qehremanî kirin dîdarin bêhempa. Heta roja me ew rêberî bi kirar tête bi karanîn, û ji sibehrojê re jî ezmonin, nifþên nuh ê jê qezenc bikin.
 09.03.17






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4548