Ji Ber Ku Ez Jin im
Dîrok: ÇáÃÍÏ 12 ÝÈÑÇíÑ 2017
Mijar: Nûçe



Vejîna Kurd
 
Ji ber ku ez jin im, hemû rengên keskesorê li ser lêvên min azan didin û zemawendên tavê di pêlên ronahiya min de vedijenin, tîrêjên min digihên kiþwera zaroktiyê, bîbikên hezkiriyên min, avahiyên herî dijwar û  hemû þaxên jiyanê, bisk û guliyên demê li ber þewqa rûyê min û li ber awazên bilûra dengê min bi ser gund û bajaran de îlahî li ba dibin..  Bi tîpên dilsozî û evîndariyê helbesta jînê malik bi malik dihûnim û abeya jiyanê diafirînim..


Ji berbanga temenê min ve eþq û evîn ji kanîkên çavên min dizên, lewma bi Xwedêwenda ez hatime binavkirin, û afirênerê jiyanê hemû bedewî, qeþengî û nazdarî di bejn û bala min de berdaye, dilê min, mîna kaniyeke zelal, zîzî û delaliyê diherikîne.. Bi geþbîniya xwe asoyên rengereng serxweþ dikim, bi pêlên hestên nazik tovên evînê, li her derê direþînim û dergeha buhiþtê li ser piþtê vedikim
Ji ber ku ez jin im, beyaban û zeviyên bûr ji rûyê zemînê radikim, bi sebir û aramiya xwe, xem û qisawetan ji sewkiya demsalan dadimalim, firavîna xwe li ber pala xem û kovanan, bi dilxweþî, dixwem û qet nawestim. Di taldeya þevan de jî gilî û gazincên xwe bi stêrkan re parve dikim, xwe davêm bextê heyvê , xemgîniya xwe li piþta wê bardikim, ji þewqa wê ya zîvî giyanê xwe yê westiyayî ronî dikim, û loda xewnên xwe li ber bayê hêviyan li bere ba dikim.
Niviþta dayikbûnê ya pîroz çirûskên þahiyê li valahiya demên min dipekîne, kenê zarokekî giyanê min di meþka þahiyê de dikeyîne, miltanê êþ û derdên min pîne dike û birûskên vînê di dilê min de dijenîne.. Erêê.. erê.. ji ber ku ez dayikeke dilovan im.
 Ji ber ku ez jin im, qufika temenê min çîrokeke xembar diþopîne û bêzariya ku xwe li bedena demên min pêçaye, tovên qêrînan di sîngê hawaran de diçîne û dîwarên mirovahiyê ji qelþan miþt dike..
Belê… mêrê min konê koletiyê di zemînê hizrên min de vedigire, û destarê ramanan di warê mirinê de dihêre, ezeziya wî þehkirina bisk û keziyên kovanên min girantir dike, roj û þevên min di argûnkê mejiyê wî de tên sotandin, ez dibim kevokeke ji xemê û dilsotiya fîxanên min baskên min bere keseran difirîne.
 Keserên ku sal bi sal bi ser hev de giran bûne, lihevsîwarkirî ne.. di nav hev de ne û ji hev in.. Keserên ku min berve mûmên azadiyê dimeþînin û gavên min di siha pêdariyê de gupikên serkeftinan diþopînin û ji bend û qeydan rizgar dikin..
Belê.. ji ber ku ez jin im, coþ û pêdariya min tûrikê kul, derd û zorkêþiyên ku li ser min tabî bûne qul dikin û zengilê zanînê li darebesta jiyanê bi deng dikin.  






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4530