Mîr Celadet Bedirxan û Cegerxwîn û Navê Sînemxanê
Dîrok: ÇáÓÈÊ 04 ÝÈÑÇíÑ 2017
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

  Gelek caran di bavê Sînemxanê de diponijîm û min ji xwe re digot; çima Mîr Celadet Bedirxan navê keça xwe î delalî kiriye Sînemxan? Hem jî helbestvanê netewî Cegerxwîn, wî jî, navê keçek xwe kiriye Sînemxan.. Ta ku van rojên dawî, rastî kalemêrekî koçerê Botan, ji þîra Batiwa hatim. Navê wî Mela Haciyê Celam e. Ew di sala 1925an de li gundê (Kanî Rorkê/ Kurdistana bakur), nêzîkî bajarê Cizîra Botan çebûye û hêj li ser huþê xwe ye.


 Wî çîroka Sînemxanê û geyayî Sînemxanê wiha ji min re got:
  Di heyamê Mîrê Cizîra Botan Mîr Mihema de, yê ku xwediyê Birca Belek bû û gêra bajarê Cizîrê (Gêra Mîr Mihema), bi navê wî hatiye naskirin. Di wî heyamî de keçek ciwan û sipehî ji malbata mîrekên Botan li bajarê Cizîrê, bi navê (Sînemxanê) hebû. Ew keç zor aqilmend, zîrek û spehî bû.. Mîr Mihema qedrê wê digirt û pê diþêwirî..  Jina Mîr Mihema ji wê pêwendiyê aciz bû, jê werê mêrê wê dilketiye Sînemxanê de û ditirsiya ku rojekê wê ji xwe re bîne..  Vêca di rêka Mela Abdulcelîl re gunehekî mezin î bi bêbextî kirin stiwê wê de û bextê wê reþ kirin..
Bi belavbûna vî gunehê bêbextî re, dilê Mîr Mihema jî, ji Sînemxanê þikest. Wî jî, ji Mela Abdulcelîl bawer kir û xwe dûrî wê vegirt. 
Çendî Sînemxanê doza dîtina Mîr Mihema kir ku çîroka rast û durist jêre bêje û bêrîbûna xwe jêre diyar bike, lê Mîr Mihema xwe nedida ber dîtina wê. Ta ku di rojek buharî de, Sînemxanê sehkir ku Mîr Mihema derketiye Nêrgiziyê, seyranê, hema bê destûr xwe pêve gihand û ji kerba nava xwe re, ev gotin jêre got: 
Mîro! Cizîr xweþ Cizîr e
Di bere Þetyan e
Di ser re bexçê Mîr e
Du zilamên xwedî wijdan bîne;
Ka gunehê min e an
Gunehê Mela Abdulcelîl e?
Mîro! Sînemxan nexweþ e
Bibire kêl û ferþ e
Serî giha kezeba reþ e..
Dibêjin, dema ku Sînemxanê ev gotin ji Mîr re gotiye, geyak li dor wan hebû, pêre pêre pel û kulîlkên wî geyayî ji ber bêrîbûna wê hatine weþandin. Ta roja îro xelkên Cizîra Botan ji wî giyayî re dibêjin: (Geyayê Sînemxanê).
Bi demê re, ji ber ciwanî, mêranî û bêrîbûna Sînemxanê, gelek melayan û dengbêjan rist û stran avêtine ser Sînemxanê.. Pesnê wê dane û wiha navê wê di derîkî fireh re derbasî folklor û wêjeya Kurdî bûye û gotine:
Navê te Sînemxanê pesnê te çû bi dinyê da
Anya te keverkaxete Alima qelem lê da..
Erê erê.. naxwe ji ber vê yekê Mîr Celadet Bedirxan û seydayê Cegerxwîn navên keçên xwe kirine Sînemxan.
Ey Mîr Celadet Bedirxan û Cegerxwînê Kurd! Digel xebat û têkoþîna we a bê rawestan, hûn li bêrîbûna xwe jî digeriyan..! De razên bi xweþî.. Razên bi xweþî, va her buhar geyayê Sînemxanê xwe ji pelan dadiweþîne. Navê we jî di seranserî Kurdistanê de deng vedide..
Konê Reþ, Qamiþlo, 18.10.2016






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4523