Dewleta Kūr ya Cemīl Bayik (2-3)
Dīrok: ĒįÓČŹ 28 ķäĒķŃ 2017
Mijar: Nūēe



Hoženg OSÊ
 
Hevpeyvîna Chris Kutchera bi Öcalan re ku me behsa wêdi xeleka borî de kiribû, helwêst û nerîna Öcalan derbarê rewž, rol, nêzîkatî û kesartiya Bayik bi zelalî dide diyar kirin ku ji berê de Öcalan ji Bayik ne razîye. Lê pirs xwe dide pêž ev e; çima û ji ber çi? Bersiva herî nêzîk ev e ku Bayik pêžtirîn kes e di serkirdatiya PKKê ku hempêž û “reqîbê” Öcalan e.


Di kongereya 2mîn ya PKKê ku di havîna 1982an de lidar ket û pižtî ku Öcalan rikberiya Çetin Güngör (Semîr) dît, hayê Öcalan ji pêwistî û girîngiya ku ji dervayê saziyên partiye û di hundirê PKKê de divêt gurûpeke girêdayî xwe amade bike, çêbû. Jixwe Güngör ji damezrênerê PKKê bû û berpirsê rêxistina Ewropa yê PKKê bû û xwedî kesayetî û mejî bû, ta qûnaxa ku mirov dikare Güngör weke “Tiroteskiyê” PKKê binavbike. Di wê kongireyê de Öcalan dest bi avakirina dewleta xwe ya kûr kir û Bayik û Kalkan ji hîm û stûnên sereke yên vê “dewletê” bûn. Mirov dikare kužtin “tasfiye” kirina Semîr li Siwêdê sala 1984an weke gava yekem ya vê “dewletê” binirxîne.
Di kongreya 3mîn ya PKKê de ku sala 1986ê lidarket, Öcalan bingehên dewleta xwe ya kûr di hindirê rêxistinê de xurtir kir. Di kongreya 4mîn ku sala 1990î de lidarket, dîsa dewleta kûr a Öcalan xwe da pêž û trajîdiya Çetin Güngör di kesayetîya Mehmed Žener de dubare bû û Žener bû qurbaniyê vê “dewletê”! Hêjayî gotinê ye ku M. Ženerê di sala 1991ê li Qamižlo hate kužtin, destgirtîyê Sakine Cansżz bû. Ji wê çaxê heta 2013ê Cansiz ji rêvebirina PKKê hatibû dûrxistin û marijînal kirin. Cansiz jî li Parîsê di sala 2013e de hate kužtin.
Bi kurtî be jî, mirov dikare bêje: ji sala 1982an û ta sala
2000î ve dem dema dewleta kûr a Öcalan bû. Di vê qûnaxê de gelek kadroyên pêženg û xurt hatin kužtin û gelek kes ji “dewleta kûr” a Öcalan derketin û hinek kesên din ketin žûna wan.
Di sala 2004ê de pevçûn di navbera “dewleta kûr” a Öcalan û “dewleta kûr” a Bayik de rûda. Di vê pevçûnê de Bayik bi serket. Bi serokatiya: O. Öcalan, N. Taž, K. Yilmaz, X. Ataž... hwd ji endamên serkirdayetîya PKKê ku li ser “dewleta kûr” a Öcalan dihatin hesibandin, grûpeke mezin ji rêxistinê qut bû. Lê hinek ji “dewleta” Öcalan di PKKê de man, mînak; M. Karayilan. Weke ku min di xeleka yekê yan nivîsê de jî got; tevlî ku Karayilan serokê PKKê-KCKê bû, lê ji pižt perdeyê hemû tižt di destên Bayik de bûn. Û ji havîna 2013an û vir de pižtî ku Bayik bi yek carî bû serokê rêxistinê, her ku çû “dewleta kûr” a Öcalan paž ve hat xistin û “dewleta kûr” a Bayik kete žûna wê. Di vê pêvajoyê de, mirov dikare bêje; “dewleta” Bayik bi kužtina yekemîn serokê PYDê Kemal Žahin sala 2005ê de dest bi çalakiyên tesfiyekirina rikberan kir û bi kužtina Kani Yilmaz di sebata 2006ê de dewam kir. Guman hene ku kužtina S. Cansiz jî xelekek ji xelekên çalakîyên “dewleta kûr” a Bayik be.
Tevlî ku serkêžê perçebûna herî mezin di PKKê de O. Öcalan bû, lê “dewleta kûr” a Bayik berê xwe da K. Yilmaz (Faysal Dunlayici). Tê gumankirin ku O. Öcalan bi rêya xužka xwe Fatma Öcalan, xwe gihandiye birayê xwe A. Öcalan û xwe ji kužtin û tasfiyekirinê xelas kiriye. Ango eger ne A. Öcalan ba, dibe ku Bayik Osman Öcalan jî bikužta.
Mixabin, di dîrok û ezmûna PKKê de hemû kesên dihatin kužtin û tesfiye kirin, PKKê ew bi vanê “tasfiyekar” didanasandin, ango, kujer navê xwe û navê karê xwe li qurbaniyê xwe dikir.
Ji salên 2001ê – 2002an û virde, di gelek daxûyaniyên ku bi rêya parêzerên xwe ve didan, Öcalan bang li dewlet Tirkiyê û hikûmeta AKPê dikir ku leztirîn dem pirsa kurdî bi žêwe û rêbazên ažtîyane çareser bike berî ku PKKê ji binê kontrola wî derkeve û têkeve binê kontrola hêzên herêmî ve. Dema ku Öcalan ev hižyarî didan û projeyên çareserîya ažtîyane pêžniyaz dikirin, herwisa rexneyên tund li “Qandîlê” dikir. Öcalan tim gazin ji hevalên xwe dikir ku “wî fêm nakin.” Jixwe berî ku were girtin û revandin, Öcalan tim û tim hevalên xwe yên di komîta navendî ya PKKê gelek kêmî xwe didît û bi tundî ew rexne dikirin, hetta ew didan ber dijûnan! Lê dîsan, dewlet û hikumetê bi ya Öcalan
nekir. Niha jî hižyarîyên wî di cih de derketin.
Eger mirov van 16-17 salên dawî ji ezmûna A. Öcalan binirxîne dê bi hêsanî têbigihêje ku ew êdî alîgirê çareserîyê ye. Jiber ku Öcalan xwe ji tirkan re gelekî daxist û ji gelek armanc, družm û daxwaz û pirensîpên ku PKKê liser hatibûn avakirin, daket. Lê ne Enqere ne jî Qandîl bi Öcalan re alîkar bûn. Öcalan 16-17 salên dawî de, bêtir nêzîkî Enqere û AKPê ye û her ku diçe sarbûn û nakokî di navbera Imrali û Qendîlê de bêhtir dibe. Ji derve û di žikil de Öcalan û Qendîl gelek lihev in, lê teqez, rastî ne wisa ye. Herdû alî jî li xwe mikur nayên û vê rastiyê nabêjin. Jiber ku eger bêjin, tê wateya ku PKKê êdî bûye ya Bayik û nema ya Öcalan e.
Bi gotineke din: Ne Öcalan lixwe mikur tê û dibêje; “PKKê ji destên min çû”. Ne jî Qendîl û Bayik dibêjin: “Öcalanê niha ne yê berê ye. Lê Öcalanê dewlet û AKPê ye.”
--------------
jêder: Heftenameya rojnama "Basnews" (BasNûçe) - hijmara 5ê - 30/1-5/2/2017






Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4518