Rojên Qamiþlo yên çandî berdewamin
Dîrok: ÇáÃÍÏ 15 íäÇíÑ 2017
Mijar: Nûçe



Di diwemîn rojên Qamiþlo yên çanda Kurdî de, îro li navenda rojhilat ya P.D.K.Sê û bi çavdêriya þaxê Qamiþlo yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrya platformek girêdayê rewþa çand û rewþenbîriya Kurdî bi xuleyk bê
 deng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê destpêkir.Di bin sernavê:‏
(Gotûbêjek Derbarê Rewþa Çanda  Kurdî De)
Bi rêvebiriya mamoste Mihemed Ebdê û Selman Xelîl,û amadebûna cemawerk gewr e ji kesayetiyên guhdanê bi çanda kurdî dikin Gotûbêjek hat birêvebirin.
bi beþdariya evan rewþenbîran:


1-Nayif Çibîro: (Lêkolîner)
2-Hisên Zêdo: (Nivîskar û Raghîner )
3-Amir Murad: (birêveberê Dezgihê Hêvî )
4- Ebas Mûsa: ( Nivîskar û sernivîsê Govara Sor mey)
Û naveroka bingihîn ya gotûbêjê  ev bûn:
1- Çand û Sîyaset: Nayif Çibîro
Têkilhevîya çand û sîyasetê.
Serdestîya sîyasetê li ser çandê.
Têkilîya hevtêkûzkirinê ya di navbera çand û sîyasetê de.
2-Zimanê Kurdî Wekî Zimanekî Çandê: Hisên Zêdo
Zimanê Kurdî û nasname.
Nirxandina rewþa zimanê Kurdî wekî zimanekî çandî.
3-Dezgehên Çandî: Amir Murad
Pêwîstîya hebûna van dezgehên çandî.
Rol û kartêkirina van dezgehên çandî.
Dîyaloga di navbera nivîskaran û dezgehên çandî de.
4-Rewþa Berhemdarîya Xwecihî:  Ebas Mûsa
Gelo tu berhemdarîyeke çandî ya xwecihî heye?
Gava wêje dibe ser celebên din ên nivîsînê.
5-Rewþa Xwendinê Li ba Kurdan:
( Pirsên hevbeþ ji beþdarên got û bêjê re )
Gelo berhemên çandî têne xwendin?
Çanda bidestxistina pirtûkan.
Çapgerî û belavkirina pirtûkên xwecihî.
Hêjaye gotinê ku gelek dezgehên ragihandinê ev çalakî þopandin û bi saya wan naverok ji  cemawerê herêmê re hat veguhestin.
Y.N.K.S
14-1-2017   


 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


 

 

 

 

 

 


 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4507