Gotina sersalê:
Dîrok: ÇáÓÈÊ 31 ÏíÓãÈÑ 2016
Mijar: Nûçe



EHMED QASIM

Biborin eger gotin dirêje.. lê giringîya mijarê wusa xwest. Hêvîdarim her kes bixwinê. Em hewcedarê xwendinê ne, ne yê laykanin.
Spasî dighê her xwendewarekî.
Di nivîsandina dîrokê de bûyer û serpêhatiyên bi bandor têne pesend kirin. Ka wê çi ji bona me kurdan di sala 2016an de bê nivîsandin, ji bilî bûyer û serpêhatiyên li sernserî Sûrî rû dane.


Li dirêjîya salekê, bi hezaran gilî û gazincên tekane û komel ji tevgera sîyasî ya kurdî bûne, ”Çima ev tevger nikanê yekrêzîya xwe ava bikê?”.
ENKS û TEV-DEMê bûne navnîşanên sereke ji her nivîs û her gazinc û gilîyekê re. Dû kuwalisyonên li dijî hev, roj bi roj nakokiyên wan kûrtir û feretir dibin li dirêjîya salê.
Di kongira 14 mîn ya Partîya Demuqrata Pûşverû ya kurd li sûrî de, biryara xwe vekşandinê ji ENKS hate stendin ji ber gelek sedeman, wekî ku amadevanan şirove dikirin û gazincên xwe ji kiryarên partiyên ENKS aşkere dikirin. Lê tiştê herî giring û bi armanc ewbû, ku ``Pêşverû`` li dervayî ENKS be, wê kanibê rolekî ”Nêvçicî” bilîzê, û kanibê herdu kuwalisyonan bînê cem hev, û lêvegerîneke sîyasî wek desteyekî yan komîteyekî ava bikê. Ew deste yan komîte kanibê nûnertîya gelê kurd li kurdistana Sûrî bikê li her cîyekî pêwîstîdar. Li dirêjîya salekê, û çendan çalakî û hewl ji alî ``Pêşverû`` de, ew armanc mehal bû, û pêk nehat. Çima, û çi astengî hene li pêş pêkanîna vê armancê, ez dibêjim tiştekî bincil nemaye, her tişt aşkere ye, ku rojane guhpêdanin tevgera me û serbixweyên rewşenbîr ji gelê meyî kurd dest didine ser sedeman, û hewl didin ku wan sedeman hilînin, lê li gor pêvagirêdana her alîyekî xûya dikê çare nemane ji vê rewşê re.
Wekî ku her yek ji siyasetmedarin kurd dizanê nakokî çine, û hewl didin ku wan nakokiyan çareser bikin, lê her alîyek berî xwe didê hêleke bi vacayî ê din. Em tev dizanin ku ”TEV-DEM” bi ser ”PYD” vaye, û ”PYD” girêdayî ”PKK” ye, wekî baskekî ”PKK” ye li kurdistana Sûrî, xwedî sîyaset û Îdyolocîyeke cûdaye.. erk û istîratîcîya xwe bi armanc û dirişm û ramanin ”PKK” ve girêdayî. Her wehajî, pêwendîdare bi her pêwendiyên ”PKK” bi her hêleke navdewletî û herêmî de bi vacayî nêrîn û armanc û raman û pêwendîyên ENKS yên herêmî û navdewletî ye.
Loma jî, hewlên me ji bo gîhandina herdu alîyan li ser maseyeke guftogoyê û pêkanîna armanca ku em lê digerin li valayî diçê û demê ji me dixwê, û hewl û pêkanên me li valayî û bê sûd diçin. ``Pêşverû`` wek partîyekî sereke, xwedî erk û bi bandor û bi kiryarin bi sûd, salek ji temenê xebata xwe ji bo armanceke ne mumkun winda dikê, û hînjî didê şopê, çimkî ew pê zanê ku ew armanc bi dest nekevê, wê ev derfeta dîrokî di ser kurdan re derbas bê, û belkî careke din derfetên wek vê neyên.
Me li dirêjîya sala 2016 çi kir û çi bi ser xist?
Pirseke mafdare ji mafê her kurdekî bipirsê, û bersivê ji hêlên berpirs bixwazê.
Bawer dikim ku her hêlek wê disa ”Benîştê xwe bicû” û tiştekî bi dest naxê. Ji hêla ”PYD”ve wê dîsa destkeftinên xwe bi êjmêrê, û desthilatdariya xwe bikê minet li serî her kesî din, û pîrozîya xwînê şehîdan bidê pêş ku pêwîste her yek rêzê lê bigrê, û wan destkeftîyên bi xwîna şehîdan pîroz bibînê û rêzê lê bigrê, û werê tevlê bibê û xizmetê jê re bikê. Ev hemî başin, lê nabê kes nêzikî biryara siyasî bibê, û hevparî di standina biryarên siyasî de qedexeye. Her weha, ev destkeftên xweserîya demiqrat hemî ji bo gelê kurd de, lê pirsa jêderin aborî jî qedexeye, û ew ji erkê ”PYD” ye, û ”PYD” xwedî dandin û standinêye. Sêyemîn, doza leşker û çekdarî û girtina biryara şer û aştîjî, ew jî qedexeye guftogo li ser bibê. Ê, çi ma ku hêlin din tê de bibne hevpar, ji bilî ku werin, tenê xizmetî kiryar û siyaset û ramanên ”PYD” bikin?
Ji bilî em nexweşîyên ”ENKS” bi êjmêrin, kî dikanê van şert û mercên ”PYD” erênî li ser bikê?
Di rastîyê de, dijmaneyetîya bi ”PYD” re şaşîyeke dîrokî û xwekujîye, belam rêya dostanî li pêş alîyên din girtîye. Ka wê li ser çi ast û bingehê ew dostanî ava bibê. Niha hinek dibêjin ku ``Pêşverû`` nêzikî ”TEV-DEM”ê ye. Ez dipirsim, Heger wabê, ”PYD” kanê ``Pêşverû`` bibînê wek hevpar ji biryarin ”Siyasî, Darayî, û Çekdarî”re? Tevî ku ``Pêşverû`` ne ji layengerî bi vacayî wane wekî ku ew bi nav dikin.. yanî ne ji layengirê ”PDK_Δ û nejî di nava refên rikberîya Sûrî de mane. Ev pirs pirseke rewaye ku mirov bipirsê, çima ``Pêşverû`` ji xwe re hevpar nabînin û ew nakokiyên ku bi nav dikin bi roj û bi şev li hêla ``Pêşverû`` tinene. Tê wê wateyê ku camêran dixwazin tevayî tevgerê di bin baskên xwe kin wekî hikometa ”Beis” pêwendiyan li gel tevgerê bikin. Ev yeka jî birêz Aldar Xelîl di gotina xwe de aşkere kir ku dema bang li tevayî partîyên ji dervayî ”TEV-DEM”ê kir, û got ``werin, rojava welatê weye, werin di bin konê me de xizmet bikin``. Yanî, tê wê wateyê, ku camêran ne bi hewcedarî hevparanin, belam bi pêwistî xizmetkaranin.
ENKS jî ji alî xwe de, di gelek şaşiyên istîratêcî de vedgevizê, û nikanê xwe ji nav ``girênekê`` derxînê. Nakokîya ``Pêşverû`` bi partiyên di hindirê ENKS de tenê yek tişte, `` kanibin biryarin xwe serbixwe bigrin û nekevin bin bandora siyaseta ”PDK_Δ li gel rêz û rêzdarî ji serkê herêmê re, lê ``Pêşverû`` dibînê ku bandora siyaseta Partî Demuqratî Kurdistanî Îraq li ser kar û barên ENKS bi şêwakî nerênî dikê û car caran zirarê dighînê destekarin biryarê. Ji vê bîtir, PDKS jî xwe dibînê nûnerê ”PDK_Δ û pêwendî xwe li ser wê bingehê bi partîyên din re ava dikê, her wehajî ji xwe re layingira digrê di hindirî ”ENKS” de, ji bo di standina biryaran de dengên bîtir bi yacî xwe de bi êjmêrê. Ev kiryara ”PDKS” jî zirarke mezin gîhande kiryar û pêkaneyên ”ENKS”. Hîcar pirs darê hêla ”PDKS”, ew kanê xwe ji vî hiş û haqilî rizgar bikê, û xwe bibînê wekî partîyên din, û bibê hevparekî terazîne bi yên din re?
Bersiva vê pirsê ji ”PDK_S” tê xwestin. Heta niha bi kêmanî bersiv jêra ``ne xêr``.
Herêmin kurdistana Sûrî pir bi gilî û gazincin di bin desthilatdariya ”PYD”de. Ew gilî û gazinc ne bi hewcî jimartinêne, çimkî her kes dizanê, û rojane dişopînê. Zordestî û bênçikandina azadiya xelkê li hêlekê, û birçîbûn û koçberî li hêleke din, û şerên ne di cîyê xwe de jî, tevayî bûne cîyê gilî û gazincan.Eceb çare jê re heye di va sala nih de?
Yanî ti guhertin tinene, di demekê de, ku guhertinin bingehîn li sernserî Sûrî rû nedin. Lê di hêla siyasî û bidestxistina mafên kurd di rewşeke wusa de, bawer dikim di bin talûkeyeke rasteqîneda ye, di demekê de ku, kurd bê nûnerkî rewaye, û bê desteyekî lêvegera sîyasîye, û li cîyên pêwîst, çi li asta herêmî, yanjî, li asta navdewletî ne amadeye bi nûnertîya xwe, her wehajî, doza kurdî nakevê nava doseya rojeva guftogoyê. Kî berpirsyarê vê kêmasîyê ye gelo?
Hewlêr...Qendîl, bersiva me bidin idî bese.
PYD, xwîna şehîdan meke bazara sîyasî, bi vî hawayî, tu xwîna şehîdan erzan dikî. Şehîd, şehîdê kurd û kurdistanê ne, şehîdê azadîyê ne, ne şehîdê sîyasetin şaş û ecîndayane. Li ser maseya guftogoyan û bazara sîyasî, doseya şehîdan meke ”ÎP” ji bo bi serxistina fikr û sîyaseta xwe. Kurdistana Sûrî bi yek alî neyê parastin, û mafên kurd bê yekrêzî nayên bi destxistin.. Derfeta dîrokî ne ji bo yek partîyê ye, derfet ji bo hemî gelê kurde.
PDK_S, bi aşkereyî ez dibêjim wekî hercar. Ji siyaseta xweyî tek-alî vegerin. We ENKS bê kiryar û bandor hîştîye. Hûn bî vî hiş û haqilî, nahêlin yekrêzîya kurdan ava bibê. We alîkariya serok Berzanî ji xwe re kirî ”ÎP” û xwe li ser serî partiyên din wekî serwer dibînin. Alîkarîyên serok Berzanî hûn erzan dikin bi vî hawayî. Serok Berzanî alîkarî dikê ji bo yekrêzîya kurdan pêk werê, ne ji bo kesan ji we re bikirê. Idî ji we re jî bese birano. Hişên xwe di serî xwe kin, û werin Qamişlo bikin cîgehê yekrêzî û standina biryaran. 
Eger ”PYD” li dervayî refê kurdî bimînê jî, ez bawer dikim bi siyaseteke rastîyane em dikanin beşê din ya tevgerê bidne ser hev û yekrêzîyê ava bikin bê ”PYD”, belkî di pişt re, eger ”PYD” xwe bi tenê bibînê, ewjî hiş werne serî û tevlî yekrêzîyê bibê. ``Pêşverû`` ne şaşe di nêrînin xwe de, û mamuste Hemîd Derwîş gelek hewl da ji bo pêkanîna yekrêzîyê. Tevî ku geleg tometbar dibê ji ber hewlên xwe û kar û çalakiyên xwe ji bo pêkanîna yekrêzîyê. Lê mixabin, heta îro bersiv ji herdu hêlan de ne erênîye.. ez bawer dikim wê dîrok we tawanbar bikê ku hûn dibine sedema ne yekrêzîya kurdan di van heyamên hestiyar de.
Dîsa herdu hêl li xwe vegerin û xwe ser-rast bikin hûne sûdmend bin, û tîpên dîrokê ba avên zêrîn binivsînin. Derfet ji bo we vekirîye, û rê ne girtîye, eger hûn dixwazin bidne ser rîya kurdewarî û bibne xebatkarê gelê xwe. Hêvîdarin sala nuh, vê ra hûnjî bi hiş û kiryarin nuh werne ba hev, û pîlanin dijminan têk bidin, û bighêne serketina doza kurdî. 
Bihêlin, bila Qendîl û Hewlêr kêşeyên xwe bi xwe çareser bikin, û emjî yên xwe bixwe çareser bikin, hûne bibînin ku kêşeyên me ji yên wan bi gelekî hesantirin. Tenê ku em bi Qaişlokî û Kobankî û Efrînkî mijûl bibin û bi ber hev de werin. Hûn bixwazin nexwazin di nav me û Hewlêr û Amedê de sînorin navdewletî hene, û şert mercên me yên sîyasî û jiyanê ne yekin. Kêşeyên me jî ne yekin, û her weha çareserî kêşeyên me ne li gor yên wanin.
EHMED QASIM
Istenbol: 31/12/2016






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4493