Kurd ji ku hatin (7)
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 02 ÏíÓãÈÑ 2016
Mijar: Nûçe



Zahra Ramadan

MED (BZ715-550)
Serdema Medan nasnameya kurdî teþe girtiye û kurdan di vê serdemê de gelbûna xwe pêk aniye. 
BZ di 715ê de êl û eþîrên Medî ba hev û riya serkeftin di konfederasyona eþîran Medî li hev kom dike û dewleta xwe ava dike. 
Paytexta vê dewletê Ekbatana nêzî Hemedana Îrane ya îro ye .Ev paytext bi heft surên heftrengî hatibû pênçan.


BZ di Sala 615 ê de dawî li serdestiya Urartuyan tînin û wan digirine bin destê xwe. 
BZ di Sala 612 ê de dewleta zordest a Asûrî ku 500 salan zilm û talan êli ser gel welatên derdorê dikin, têk dibin û Nînowayê tarumar dikin . Êdî Asûrî careke din di dîrokê de bi xwe ve nayên. 
Îparatoriya Medî rojhilat ji çiyayên Gilîdaxê , heta robarê heta robarê Belh û derya Hezarê, baþûr jî ji çiyayên Zagrosan heta tengava Hûrmizê , rojava jî ji deþta Suriye heta peravên Deryaspî heta sînorên Fenîke, Felîstîn û Misrê , rojava jî heta peravên Egeyê heta Qizilirmaxê zeft dike.
Di Sala 585ê de 5 salan bi Lidyayiyan re þer dikin û baþê Qizilirmaxê wek sînor kebûl dikin. Ji bo nayindebûna aþtiyê Aryonesa jeça Qralê Lidyayê Alyottesî didine Astiyagê kurê qralê Medan Keyakserî. 
Dîrokzanê Yewnanî Heodot wiha behsa karekterê Medan dike, "Gelek dibe ku gelekî dî bi rê ve bibe lê Medî hemûyan bi rêve dibîn "  . Medan BZ di salên 700î de Zerdûþtî qebûl kiriye. Zanyarên ayînî yên Medan Magî wekî Qasidên alemê berpenî di qesra Medan de peywir dikirin. Xwedayên Medan ên tên zanîn : Ahura- Mazda, Mîtra, AnahTa ,Tishatrya, Verehrgrna , Rapîthwin, Vayu ne .
Medan di warê karhênan metalî de bi taybetî di warê zêr û zîvî de gelekî deng vedaye. Keleha Elbetan ku di Serdema Diyarkos de li girekî hatiye çêkirin û ji heft surên di nav hev re hatiye avakirin, wekî þahesereke hûnerê ye. BZ di Sala 550 ê de bi derbeyeke navxweyî Krûsê Parsî dawî li qraliya Medan tîne û deshiatî dikive destê xanedana Pers  Axtemîndeyê. 
Derbarê vê bêbextiya nav serayê Heredotê  dîroknas wiha dibêje :"Astiyag wiha dibije Harpagosayî, ji nav mirovan tu kesê herî ehmeq î û kesê herî nehmaq î , lew madem te dil hebû vî karî bikî tu dikrê tacî deynê ser serê xwe. Meger ji bilî xwe île te dixwst serkêþiya bidî kesekî di, li þûna yekî Parsiya çetir bû yekî Mediya yî bûya . Lê berevajiyê bi vê kiryera te Mediyên ku çê sucê wan di vî karî de nîne dê bibine kole û Persiyên koleyên duh ên Mediya yan bûne serkêþên wan. 
Krûsê Pers( Akamenth)bi Med fermandarê artêþê Arpagosê Medî re li hev tê û desthilatê hildiweþînin û hukim dikeve destê Parsiyan . Krûs bi aliyê dayê vê neviyê qralê Medî Astiyag bû .
Her çend rêveberî dest diguhere jî împaratorî weke ya Med Pers tê birêvebirin. BZ di Sala 529ê de di pêþengiya Magên Medî li dijî Persan serhildan bi ser nakevin . Piþtî vê pêvajoya Kurd li çiyayên xwe bi awayekî xweser bi navên cihê jiyana xwe didomînin.
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4471