Nasdana 2 pirtûkên hêja Nîzar Yûsif
Dîrok: ÇáÃÍÏ 20 äæÝãÈÑ 2016
Mijar: Nûçe




Cankurd – 19.11.2016

 Iro, herdu pirtûkên helbestê, yên hunermendê helbestvan, kak Nîzar Yûsif, wekî dîyarî hatin ji min re û ji ber vê yekê, ez ji xwe ra wekî histobarî dizanim, li ser wan tiþtekî bibêjim, tevî ku min ji dostê hêja re, bi telefonê malavayî anî zimên û min ji wî re serkeftineke hîn mestir hîvî kir, ji ber ku ez baþ wan tengiyan dizanim, ku berhemdarên bi Kurdî dinivîsin, û bi xwe ji ber wan rêbendan dinalim.


Nîzar Yûsif di 10.03.1960î de, li gundê Qerçox ji dayîk bûye, û di sala 2008ê de pirtûka xwe yekemîn a helbestê di bin sernavê „Rêwiyê xewna efsûnî“ de weþandiye. Û di dema niho de li Almaniya daniþtiye.
Pirtûka helbestê ya 2ê, bi sernavê (Kedera min) e, ku ji 96 rûpelan e, û berî niha bi demekê, xudanê wê yê çalak û jîr, ji min xwestibû, ku ez pirtûkê ji aliyê nivîsînê ve, ku bi tîpên Kurdî yên nûjen e, di ber çavan re derbas bikim, lew re min wan helbestên xweþik, yekûyek xwendine û ji bo wê, ez dikanim bibêjim, ku kak Nîzar helbestvanekî Kurmanc ê jêhatî ye, ew bi Kurdî diramîne û bi Kurdî dibêje, ne wek wan helbestvanan e, ku bêtir bi zimanên biyanî mezin bûne, lê wekî hûn jî dikanin bi xwe ber bi çav bikin, di Kurdiya wî de hinek peyvên êlên Kurd ên Goçer hene, ku dibe bo hinde xwendevanan nenas bin. Lew re wê çêtir ba, ku kak Nîzar, ferhengokeke piçûk jî xistiba dawiya herdu pirtûkan.


Berhema „Kedera min“, wekî tê de dixuye, îsal, li baþûrê Kurdistanê, li Hewlêrê, li ba Weþanxaneya Kurdistan, hatiye çapkirin, û hêja Mehmet Ünver derhênerê wê ye, tabloya bergê wê jî wî camêrî amade kiriye. Sergotina pirtûkê hêja M. Mustefa Xelîl (Benav) lêkiriye, hema ya dî, (Kêferata paytexta kor), ku ji 126 rûpelan e, û qehremanê qelemê, hêja Konê Reþ, sergotina wê lêkiriye, tenha hatiye xuyakirin, ku „Xanî“ derhênerê wê ye. Mirov dikane herdu pirtûkan ji dev helbestvan li Almaniya jî bistîne. Têkilî bi wî re bi rêya nizar-di@hotmail.de bikin, an jî bi rêya facebooka wî.


Di herdu berheman de, lêkerê helbestan, li ser civak û evîn û sirûþtê, li ser êþ û kedera kesanî û ya neteweyî vehûnandiye, ew carina yekser û carina ne yekser, bi mij û dûmanê pêçayî peyvêd xwe li pey hev rêz dike, û azadiya xwe di vehûnandina helbesrtan de biriye, hem li ser dilgeþiyê û hem jî li ser dilreþiyê, ya dilê xwe gotiye, lew re mirov hez dike, van berhemên bi Kurmanciyeke zelal hatîne nivîsandin, bêtir ji carekê bixwîne.
Di „Kedera min“ de, hinek pel baþ nehatîne birrîn, lê çi ziyan negihaye berheman û di ya „Kêferata paytextê kor“ de, carina li ciyê tîpa (þ), tiþtekî dî hatiye nivîsandin, ew jî di dema çapkirinê de wilo bûye, lê mirov bi asanî têdigihe wan peyvan… Di xwendina sergotina herdu pirtûkan de, wê mifayeke nasdanê hîn bêtir hebe.
Ji kekê hêja û dostê berhemdar re, ez ji dil de pîroz dikim, ji wî re serkeftineke mestir hîvî dikim, û dibêjim: Mal ava bo Te û bo her kesê bi Kurdî dinivîse û dixwîne, ma qey pêþmerge bo zimanekî dî xûna xwe didin?






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4461