Salihê Kevirbirî Pêþmergeyekî Bajara ye
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 18 äæÝãÈÑ 2016
Mijar: Nûçe



 Konê Reþ 

Bi min xweþ e ku ez bi van çend gotinan baweriyên xwe derbarî Salihê Kevirbirî û nivîskariya wî a bi zimanê kurdî bînim ziman û dewla xwe di ava bîra wî de dakim.
 Salihê Kevirbirî, evê ku ez wî ji berî 20 salan ve nas dikim, wek evîndarekî ziman û rewþenbîriya kurd a resen kar dike.. Ez nivîsên wî diþopînim û kêfa min ji pirraniya berhemên wî re tê..


Kurdewariyeke ji kezebê di pêvajoya wî a nivîsandinê de dibînim.. Ez ne þaþbim ew jî dikeve nav rêza  pêþengên kurdan li bakur, yên ku bi kurdî dinivîsînin.. Bela kes bawer neke ku ez pesnê wî didim, belê ez pesnê çalakî û hezkirina wî ji zimanê Kurdî re didim..
Nivîsandina bi kurdî jêre armanc e.. Nivîsandina wî a bi kurdî jî, xweþ nîþane ji mêraniya wî re.. Erê mêranî.. Di baweriya min de, di roja îro de, çi kesê ku bi kurdî binivîsîne ew mêre.. Ez wan kesên ku bi kurdî dinivîsînin mîna pêþmergeyên bajaran dibînim.. Erê birano, ne tenê pêþmergeyên serê çiyayan mêr in.. Eger dîroka berxwedana me a hebûnê; man û memanê bi pêþmergeyên serê çiya û tivinga wan  hatibe naskirin, roja îro hewcedariya me a nû û giring bi pênûs û xamê ye, bi pêþmergeyên bajara ye.. Ewên ku zimanê me diparêzin, bervedêriyê di ber zimanê me de dikin, bi zimanê me dinvîsînin û bi zimanê me his û hasten xwe dertînin û dibêjin; Kurd im, aþtîxwaz im, welatê min Kurdistan e..
Belê birano, di vê biware de ez Salihê Kevirbirî yekî ji wan pêþmegeyan dibînim, ji ber ku wî, tev jiyana xwe ji ziman, ferheng û rewþenbîriya kurdî a têvel re terxan kiriye.. Ta niha dor 10 pirtûkên wî li dor rewþenbîriya kurdî hatine çap û belavkirin.. Bawerim 7 ji wan bi zimanê dayika min û we ne.. Her wiha wî bi dehan gotar, hevpeyvîn û raportac li dor kêþeya me di media kurdî de belav kirine û her berdewam e..
Ez karê wî û karê kesên wek wî, yê mêran dibînim.. Wî wek pêþmergeyekî bajaran dibînim.. Ew xweþ nimûne ye ji xortan re.. Bihêvîme ku xortên me bidin ser þopa kesên wek wî.. Serketinê ji bo we tevan hêvî dikim.. Û ji kak Salihê Kevirbirî re hêviya berdewamiyê dikim. Bêtir Mamoste Salihê Kevirbirî li ser berhevkirina serpêhatî û folklora kurdan dixebite. Û di van deh salên dawî de karîbû bi têr û tesel nivîskar, zanyar, rewþenbîr û welatparêzên kurd li Sovyêta berê bi me bide naskirin.. Ji pirtûkên wî yên çapkirî: Karapêtê Xaço, Hevîrtirþ, Filîtê Quto û Teyîba Min û gelekên din..
 Konê Reþ Qamiþlo, 17/11/2016






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4458