Þer bi tenê DAÎÞ ji nav nabe
Dîrok: ÇáÎãíÓ 03 äæÝãÈÑ 2016
Mijar: Nûçe



Fedwa Derwîþ

DAÎÞ, berî ku ew rêxistinek terrorist be ku li herêma me weke penceþêrê belav bûye û dewleta xwe jî ragihandiye, ew fikir û îdyolojîyek li welatên erebî û yên islamî xwedî bingeh e.
“Dewleta Îslamî “ DAÎÞ dê têk biçe. Bi þerê top û tivingan û bi saya dewletên mezin dê têk biçe, çimkî diyar e ku êdî rola wê bi dawî hatiye. Mîna  Al-Qaida ku berî wê  hatbû pûçkirin. Her wiha bi îradeya hêzên kurd (Pêþmerge li baþûr û Yekîneyên Parastina Gel li rojava), hêzên sereke li Sûriyê û Îraqê yên ku bi perwerî û qehremanî þerê DAÎÞê dikin.


Lê, þerê herî mezin û cenga dîrokî ya tê xwestin îro, ragihandina þerekî rewþenbîrî perwerdeyî ye li dijî  fikrê tundrew di nav zarok û ciwanan de de. Pêwîst e çanda merovatî û aþtiyê, çanda rengareng li dijî çanda rengê reþ û mirinê bê belavkirin, da ku zeviya fikrî ji nû ve bixepêrin û wê ji sîsikên nezanî, tendrewî,rêhiþkî, taîfiyê pak bikin.
Artêþ bi tena xwe dikarin DAÎÞ wek hêzek leþkerî ji nav bibin, dikarin efser û çeteyên wan bikujin, hebûna wan wek rêxistinek çekdar ku hin bajar û bajarok dagîr kirine, tune bikin û her wiha terora wan ji ser xelkê kuh bikin. Lê ev yek bi tenê ne bes e da ku ev welat werin parastin û carek din nekevin xefka partî û rêxistinên tundrew û tekfîrî, taifî û nijadperist de, rêxistinên ku miletan dibin cihekî tarî êdî xelk nema qenc û xirab, xêr û þer ji hev derdixin. Wê çaxê dikevin  þerê navxweyî, ku kîn, neyarî, dijminatî û tolvedan dibin armanca jiyana wan.
Pêwîst e ku lêvegerînek di naveroka bernameyên xwendinê de çê bibe. Pêwîst e çanda kînê û pîrozkirina mirinê –çi be jêdera wê – bi çanda welatîbûn û mirovtiyê were guhertin û zarokan li dibisanan fêrî rêzgirtina ol, taîfe û netewyên din bikin. Pêwîst e madeyên nû li xwendinê zêde bikin mîna madeya exlaq, mafê mirovan û hezkirina jiyanê.
Pêwîst e kampaniyên medyayî li dijî fikrê tindrew û tekfîrî berdewam werin lidarxistin û ya herî giring ew e ku mizgeft di bin çavdêriya dewletê de bin û tenê bibin cihê nimêjê ne ku cihê xutbeyên siyasî û taîfî bin û çandina dijîtî û nehezkirinê di navbera miletan de belav bikin.
Pêwîstiya civakên me bi hilweþanek rewþenbîrî heye. Ew hewcedarî serrastkirinek olî ne. Divê ev dîroka reþ ya xwînî ji çanda me were jinavbirin, da ku em vê qonaxa xwînî derbas bikin û rê li ber bazirganên ol û siyasetê û bazirganên þer bigrin û welatên xwe biparêzin.
Tund û tîjî bi tundiyê tenê têk naçe pêwîst e em li awayên din bigerin, awayên ku rehên terorê ji bingihê de bibirin.    






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4438