Roja Helbesta Kurdî li derve
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 28 ÃßÊæÈÑ 2016
Mijar: Nûçe



Cankurd
 
Hêja Elî Cefer pirtûkeke xwe ya dî, îsal derxist holê, ku balkêþ û ciyê þanaziyê ye û di bin navê (Roja Helbesta Kurdî Li Derve) ye. Min libek ji vê pirtûkê jî, wekî diyarî, roja helbesta kurdî, 28. Oktober 2016, li bajêrê Essen/Almaniya, ji wî xebatkarî girt.
Bi rastî eve kesekî wilo jîr e û di berdestiya rojnamevaniya kurdî de herdem bi kefteleft e. Elî Cefer yek e ji wan birayên, ku projeya mîhrecana helbestvaniya kurdî li rojavayê Kurdistanê pêda kirîne.


Pirtûka ku ji 220 rûpelan e, û bi çapeke baþ ji hêla weþana Xanî ve hatiye derxistin. Bergê wê yê serekîn, dostê hêja Inayet Dîko daniye û mirov dikane pirtûkê ji dest nivîskar bistîne:
Tel.:0049-174392118
 Navê pirtûkê berhema wê dide xuyakirin. Ev xebat jî pir ji zû ve li hindirê welêt, li rojavayê Kurdistanê destpê kiriye û nivîskarê me bingeh û armanc û rêveçûna vê bizavî pir ji nêz ve diþopîne, lew re wî ev berhem pêda kiriye û wê bêguman di vî warî de hinde berhemin din jî binivîse. Lew re du sergotinên berhemê, yên balkêþ hene, yek ya nivîskar û rexnevanê wêjeyî, mamhostayê me Heyder Omer e û ya din jî ya nivîskar Elî Heyder bi xwe ye. Bi xwendina wan herdu pêþgotinan mirov dikane bêtir agahî li ser mîhrecana helbesta kurdî bi dest xîne, û lew re bo rexnevanan ev pirtûk rast giring e.
Hêja Elî Cefer di pirtûka xwe de hinek helbestên kurdî yên 24 helbestvanên rojavayê Kurdistanê, ku wan bi xwe li mîhrecanên berê xwendine, di vir de belav kirîne, lê li gor alfbeya kurdî, ne li gor hêjabûn an giringbûna wan kesan an helbestan. Eve jî baþtirîn çare ye, da dilê kesekî ji kesekî nemîne, nebin dexsokên hev û bila rexnevan bi xwe biryara xwe li ser helbestan bide.
Ez naxwazim bêtir li ser vê pirtûkê bidim, da nebe bangeþînî ji nivîskarê wê re, lê weku xwendinhezekî kurd, ez dikanim li vir bibêjim, xwezî me di her warekî dî de jî kar û xebatên xebatkaran wilo bidana arþîvkirin û paristin.
De bila destên te xweþ bin, kak Elî Cefer. Heta berhemeke dî
Li gel silavek ji dil
Cankurd






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4433