Mehrecana Helbesta Kurdî li bajarê Êssen, Elmanîya 2016
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 26 ÃßÊæÈÑ 2016
Mijar: Nûçe



Lewend Dalînî
 
Di roja 23.10.2016 an li bajarê Essen, Elmanîya, Mehrecana Helbesta Kurdî li darket.
Hevgirtina Nivîskar û Rojnemevanên Kurd Li Sûrîye di gel, Komela Nûbihar a Çand û Kultora Kurdî Li Essen, ev roja granbuha di çanda Kurdî de amadekirin û bi rengekî tekûz hatibû sazkirin, bi rastî cihê þehnazî û spasîya herdû dezgeha ye.
Di destpêkê de û piþtî rawestina kêlîkek bê dengî li ser giyanê pakrewanê Kurd û Kurdistan û sirûda Ey reqîb, du helbestvanên çalak kû rêveberîya Mehrecanê kirin û bi xwendina xwe û pêþkêþkirina helbet û helbestvanan, wêneyeke rengereng dane roja helbet ê; Helbestvan Elwan Þivan û Silêman ê Azer.


Gotina herdû komîtan ku ji alîyê Hunerned û rojnamevan Înayet Dîko ve hate xwendin, asteke bilind da helbestê û pêþinyarek da kû helbesta Kurdî pêwîste kû ji qûnaxa xwey kilasîk (xwzî, lavelav, evînî, ramanî...) derkevê û weke helbesta cîhanî rola xwe bi leyîzê. Înayet anî ziman ku dema biryara pêkanîna roja helbestê hatibû dan û bi seydayê nemir Cegerxîn ve hatibû grêdan; cara yekemîn li Keleha nebî Horî, li Efrînê li darket û keda hevalên xwey hevkar jî belû kir û peyre li Elmanîya bi hevalbendîya çîrok nivîs û nivîskarê Kurd Qado Þêrîn re her sal pêk tanîn.
Bi amadebûna beþek mezin ji helbestvan, niviskar, rojnemevan, þanonivîs, rewþenbîr, sîyasetmedar, evîndarên helbesta kurdî û welatparêz, û di etmosfîrekî gelek teze û rind de, bîst û yek helbestvan helbestê xwe ê Kudîyê Kurdî?! Xwendin.

Navên helbestvana weke lîsta xwendinê evin:
Cemîl Ibrahîm – Ciwan Qado – Dilyar Dêrkî – Elwan Þivan – Fewaz Ebdê – Hisên Hebeþ – Hefîz Abdulrahman – Hoþeng Osê – Lewend Dalînî – Leylan Mele Ebdela – Mihemed Þêxo – Mizgîn Hesko – Nûh Silêman – Perwîn Belkîn – Silêman Azer -  Selah Mihemed – Þêxmûs Îsa – Tengezar Marînî – Xoþnav Silêman – Jan Dost û Can Kurd.
Helbestvana bi berhemên xwe guhdar gerandin; destpêk ji Efrînê çiyayê Kurmênc, keleha dîrokê, depoya zeytûn û henara, gund û rê, derî û derwaze, bayê çiyayê zindî, asîmanê zelal xebat û berxwdanên hebûn û tinebûnê? Peyre em derbasî Kobana wêran kirî bûn û bi rengekî destaneyî tijî kul derd û elem, hêsir ziwa hatin barandin di þîna talankirin û wêrankirin ê bi destê hêzên hovên reþ ê bê nav û nîþan kû ji gemara dîroka xwey lewitî bi xwîna gelên jiyan xwest û xwedî xaka rojê kevnar weke kevnarîya axê.
Qamiþlka evînê, taxa rojava, þîna li ser bêhna laþên pakrewanî, bêhna xwîn û kizûrê, dû û dûmanê? Dîsa bi wî destê qirêj, destê berazekî reþ hatibû wêrankirin, kesayetî ji wan bêrî, û þermezarbû ye?
Bê bextîya dîrokê, ne li hevkirina me, berxwedan û rûbarî, evîn û þerbeta lêvên yara; ewjî di helbestan de belû bûn.
Xelata salane a Mehrecanê, helbestvanekî bi nav û deng xwedî xebateke drêj, kedeke zengîn di wêjeya Kurdî de û evandarê helbesta Kurdî hîna ji zikmakî ve; helbestvan Tengezarê Marînî vê carê wergirt. Piþtî girtina xelatê mamoste Tengezar helbesteke xwe bi rengekî þanoyî bi hevkarî û dengê bilûra hunermendê ciwan Rênas Þêxmûs û tevlîbûna hunermenda Kurd Evîn Welat bi dengê xwey zelal û bi stranek nazdar, helbest hate pêþkêþ kirin, jan û giyanê guhdaran pê rehet bû.Harmonî û dîyalogeke bê deng di nabêna helbestvan û guhdaran de hebû, pêre geh þad dibûn û geh jî xemgîn di bûn û ramanên wan kûr û dûr di çûn her yek li gorî derd, xem, þîn û þahîyên kû hestên wî pê dihatin leqandin.
Roja helbestê bi vî rengî bi dîmahîk bû, em bi hêvîne kû di pêþerojê de hejmara beþdaran zêdetir bibê da kû bêhtir zengîn bê.
25.10.2016 Monchengladbach, Elmanîya.










 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4431