Ji dîroka kurdî Kesayetî û helwest.. Xelek 12
Dîrok: ÇáÃËäíä 24 ÃßÊæÈÑ 2016
Mijar: Nûçe



Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer
 
Bobelata şalyarên Beramîke yên Kurd
 
Berê jî me dît, ku Xalidê Bermekî hevparê damezirandina dewleta Ebbasî bû, û Yehya kurê wî Harûn Erreşîd perwerde kir, û jiyana xwe xiste ber metirsiyê, da ku ew (Harûn) bibe xelîfe. û wî tev kurên xwe bi dilsojî ji bo rêvebiriya dewletê kar kirin, lê ewana bi bobelata giran  hatin perûkirin (xelatkirin). Gelo sedemên wê bobelatê ҫi bûn? Û bûyerên wê ҫawa qewimîn?
Jêderên erebî sê sedeman hewal didin:


 Sedemên bpbelata Bermekiyan:
Sedema yekemîn: Xelîfe Harûn Erreşîd hez dikir, ku di demên vala de tev Cefer  rûne, û gelekî hez xûşka xwe El-Ebbase jî dikir, û da ku Cefer û wê vêkra amadeyî wan civatan bibin, ewî xûşka xwe li Cefer mehir kir, lê merc ew bû ku vêkra nezewicin, lê xûşka wî bi rastî hez Cefer kir, û tev geriya, ta ku nehênî pê re zewicî, û du kurik, El-Hesen û El-Huseyn,  jê peyda bûn, hinge rabû herdu şandin Mekkayê, da ji ber ҫavên xelîfeyî bi dûr de biҫin û perwerde bibin. Lê Efreta Harûn, a herî hezkirî; Zubeyda, bi zemawenda wan hay bû, û ji Harûn re hewal da, Harûn gelekî xeyidî, û Bermekî tar û mar tin.
Sedema duwemîn: Gava Yehya El-Elewî xwe radestî El-Fedil kir, û wî ew bi xwe re bir Bexdayê, Harûn ew radestî Cefer kir, û şevekê ji şevan Cefer, li ser şoreşê,  lêpirsîn pê re kir, wî jî sûnd xwar, ku ew bê guneh e, dilê Cefer pê êşiya, û rabû ew serbest berda, û ferman da hinekan da wî bibin cihekî ewle li dervayî Bexdayê. Lê dijminên Bermekiyan ev yeka gihandin xelîfeyî, wî jî Cefer hanî û rewşa Yehya El-Elewî jê pirs kir, Cefer got, ku min ew serbest berda, ji ber ku bê guneh e. Harûn gotê: Te baş kir, lê kuştina Cerfer kir seriyê xwe.
Sedema sêyemîn: Bermekî bûn xwediyên hêza giran, û mal û milk û gund û sera û mêldarên wan jî pir bûn,  xelk ji bo ҫareserkirina hewceyên xwe diҫûn ba wan, lê nediҫûn ba xelîfeyî, û Yehya jî hin daxwazên Harûn, ku dixwast cariyeyên ciwan bi sedhazarên dînaran bikire, bi cih nedihanîn, û Harûn tirsiya, ku piştî mirina wî, ewana dest bidin ser dewletê. Dijminên Bermekiyan, ҫi Έreb û ҫi jî Faris, ev  tirsa Xelîfeyî bi kar hanîn, û nûҫeyên derew ҫêkirin, û bi riya helbestekê, gihandin xelîfeyî. Ew helbest li ser zimanê helbestvanekî nenas bû, ku helbesta xwe ji xelîfeyî rê dibêje:
Va ye kurê Yehya wek te bûye qeral, sînorek di navbera we de nîne.
Tirsa me ew e, piştî mirinê, ew ji bo milkê te waris bimîne”.
Mebest ji “ Kurê Yehya” Ceferê Bermekî ye. Bandora nûҫeyên derew li ser xelîfeyî giranbû, vê lomê biryara kuştina Bermekiyan wergert.
Dîroknasên pê bawer hewaldan yekem (zemawenda Cefer û El-Ebbase ya nehênî)  bi dûr de xistin, û nepejirandin, lê ewana serbestberdana Yehya El-Elewî dagerandin,  û bi ser de  tirsa Harûn ji mêldariya Bermekiyan  bi ser Şîeyan de, ku  piştî mirina wî,  wê xelîfetiyê bidin dest Şîeyan, vê lomê ewî biryara kuştina Bermekiyan wergirt[1].
 
Bûyerên bobelata:
Sal (187k -803z) bû, roj jî Pêncşem bû, Harûn ji serjêker Mesrûr xwast, ku konekî di hewşa serayê de vene. Ceferê Bermekî, wek her car, derbas civata Harûn bû, û silav da wî, wî jî baştir silav lê vegerand, û pê re keniya. Cefer boҫûna wî li ser hin nameyên, ku ji deverên dewletê hatibûn, pirs kir, û paşê jî destûra ҫûyîna ber bi Xurasanê de, wek ku Harûn gotibû wî, jê xwast, lê Harûn gote wî, ku ҫûyîna xwe rojekê bi paş de bixe roja Înê. Cefer vegerî seraya xwe, û hîna nû gihîştibû serayê, Harûn gote Mesrûr, ku Cefer bîne, û seriyê wî, di bin kon de, bibirre. Mesrûr bi lez ҫû, destûr xwast, û derbas ba Cefer bû, wî jî hîna nû cilên xwe ji xwe kiribûn da bêhna xwe bi derxîne, û gotê:
-Ez benî xelîfe te dixwaze.
-Cefer (bi tirs): Ez a naka ji cem wî derketim, ҫi heye?
-Mesrûr: Da tu nameyên ji Xurasanê hatine, bixwînî.
Gava Cefer gihîşte seraya xelîfeyî, leşkerên, ku parêzerên wî bûn, jê ve bi dûr xistin, û Mesrûr ew bire qubbeyê. Cefer dît, ku va ne şûrek û hewzûkî ҫermî, ku tê de seriyan dibirrin, li wir in, wê hîngê Cefer bi metirsiyê hay bû, û gote Mesrûr:
-Birayê Mesrûr! Ҫi heye?
-Xelîfeyî fermana birrîna seriyê te da min.
-Cefer (digrî û dest û piyên Mesrûr radimûnse): Birayê min! tu qedr û nirxên min li ba xelîfeyî dizanî, heye hinekan nûҫeyên derew gihandine wî, eger tu min serbest berdî, ezê serd hezar dînar bidim te.
-Mesrûr: Ҫare nîne.
-Cefer: Min bibe ba xelîfeyî, eger min bibîne, heye dilovan û tolerans bibe.
-Mesrûr: Ҫare li vê jî nîne.
-Cefer: bêje wî, ku te ez kuştim, û biner ka wê ҫi bêje. Eger ez xwaş bimînim, ezê nîvê mal û milkê xwe bidim te.
-Cefer digrî û tikayan dike. Mesrûr şûrê wî bir, û ew radestî ҫel ҫavdêrî kir, û ҫû ba xelîfeyê, ku xeydok rûniştibû, gava ҫavên wî li Mesrûr ketin, gote wî:
-Te ҫi bi Cefer kir?.
-Mîrê mumînan, min ew kuşt.
- Kanî seriyê wî?
-Di qubbeyê de ye.
-Ka, a naka bîne.
 
Mesrûr lezand û ҫû qubbeyê, Cefer jî nimêj dikir, lê wî nehêşt ku nimêja xwe bi dawî bîne, hema seriyê wî birrî, û bi riha wî girt û bir, û hîna xwîn jê diherikî, danî pêş Harûn. Harûn bi aramî  bêhn veda, û bi xeyd li gel seriyê Cefer axifî, û lome lê kirin.
Harûn ferman da, ku seriyê Cefer li Bexdayê, li ser pira navend, bi dar vekin, û termê wî bikin du qet, qetekî li ser pira bilind, û qetê din li ser pira navend bi dar vekin, û Yehya û El-Fedil jî bigrin û bixin zêrzemînê, û hemî Bermekiyan û mêldar û karmendên wan bigrin, sera û kampên wan talan bikin, û bang xelkê bikin, ku her kesek Bermekiyan bihewirîne, wê bê ewle bimîne. Bi sibeha roja Şemiyê re derdora hezar kesên Bermekiyan û karmendên wan hatin kuştin, û yên mayîn jî şerpeze bûn. 
 
Yehya, piştî dîlîtiya giran, li bajarê Reqqa yê Sûriyê sala (190k – 805z) mir, û El-Fedil jî sala (192k – 808z) di heman zîndanê de mir. Bermrkiyên din şerpeze bûn, û Harûn ferman derxist, ku tolê ji dost û karmendên Bermekiyan, ҫi jin û ҫi mêr bin, hildin.
Piştî bobelatê, û mirina Harûn Erreşîd bi ҫend salan, Mihemed Bin Xessan El-Haşîmî; îmamê mizgefta Kûfayê, got: Roja cejna qurbanê, ez derbas ba diya xwe bûm, min jineke durvxwaşik bi cil û bergên rizyayî li ba wê dît. Diya min got: Tu vê jinê dinasî? Min got: Na. Got: Ev diya Ceferê Bermekî ye. Min rêza wê girt, û jê pirs kir: Te di jiyana xwe de ҫî yê susret dît? Got: Kurê min, cejnek mîna vî bi ser min de hat, ҫar sed cariyeyan xizmet min dikirin, û va ye ev cejn bi ser min de hat, û min tenê du qetên ҫermê berxan hene; yekî bin xwe de radixim, û yê din bi ser xwe ve dikim. Min pênc sed dînar danê, hema ji şadbûnê dikir bimira.
Hinek dîroknasan gotin, ku paşê Harûn bi sitema, ku li Bermekiyan kir, hay bû, û bi giranî giriya, û li kira xwe paşman bû[2].
 

([1])  Ibin Xellîkan: Wefeyat El-Eỉyan: 1/ 334 – 336 El-Îtlîdî: Newadêr El-Xulefai, rû 176 – 180. Etteberî: Tarîx Errusul we El-Mulok, 8/242. Ibin Xeldûn: Tarîx Ibin Xeldûn, 1/20-22, 3/280. Ibin El-Esîr: El-Kamêl fî Ettarîx, 6/87.  
([2])  El-Îtlîdî: Newadêr elxulefai, rû 172 – 180. Ibin Xellîkan: WEfeyat El-Eỉyan, 1/338 – 339. Ibin El-Cewzî: El-Muntezem, 9/126 – 135. Ennuwerî: Nîhayet El-Ereb: 5/93.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4429