RÊWÊTÎ
Dîrok: ÇáÃÍÏ 11 ÓÈÊãÈÑ 2016
Mijar: Nûçe



Vejîna Kurd
 
Gurzek hesret..
baxek hêviyên stewr..
rûpelên çîrokeke bêzar..  
destarê xeman
li bêdera sîngê min digerînin
kon û sîtava êþan
bi ser dawa demê ya qulqulî de berdidin.


 Di dilê min de
birîneke þeþsalî daxife
piþta sibehên ku        
helbestên talankirinê dihûnin
û hawaran
li piþta kêlîkan sîwar dikin
xûz dike.
 
Rêwî me…. yan penaber im..
Gavek li pêþ..
             yek li paþ
çentê min
bi rondikên sînoran
hawara  çiya û newalan miþt e
destên min de..
tenê nêrgizeke çelmisî..
mistek  ax..
û hin hêsirên çemê Efrînê .   
 
Li pêlên jînê siwar im,
di deryaya  penaberiyê de
melevaneke hestfiroþ im
û bi tîpên jibîrkirinê
avdasa man û nemanê dikim.
 
Belê.. penaber im!!
Di tenûra  hestên min de
pizotên bêriyê
û sewda xaka ku
di xwînê de digevize
    pife terafa vînê dikin.
Di xewnên min de
zincîra bîranînine biskqusandî
û giriyê dayika min dema xatirxwestinê
giyanê min
    di xaliya jînê de noq dikin.
 
Çi bêjim?!!
Ҫîrok dirêj e.
kolanên ku.. 
    kulamên bêdengiyê distirînin    
gund û bajarên ku..
   li ber kîna bomban hildiweþin 
zarokên ku..
   li termên dê û bavê xwe digerin?!!!    
Ҫîrok dirêj e.
lê ne bêdawî ye.
 
 
Vejîna Kurd
 
11.08.2016
 
 
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4392