Hin ji çewtîyên herî bela ve di zimanê kurdî de
Dîrok: ÇáÃÍÏ 11 ÓÈÊãÈÑ 2016
Mijar: Nûçe



 Hoþeng Nîzar Nûh
 
“Ez ê yan Ezê herim”; “Min ê yan Minê”; “Ehmed ê were” yan “Ehmedê were” û hwd…?
Heke em amraza dema bê ‘ê/dê/yê’ bi cînavk an navdêr ve binivîsin, çi dibe?
Gelo hevokên A. yan ên B. rast in, çima?
A. Ew ê pirtûkê bixwîne.
B. Ewê pirtûkê bixwîne.
A. Wî/Wê yê bigota…
B. Wîyê/Wêyê bigota…


“ê”amrazek e, alîkarîya avakirina dema bê dike, loma ew ne tewang e, ne jî veqetandek e, anku ne paþpirtikek e, tu sedem tuneye ku bi cînavk an bi navdêr re were nivîsandin, heke bi wan re were nivîsandin, gelek tevlihevîyan pedya dike, mijaran serobino dike, ka em bi hev re bibînin ku çi gêre peyda dibe.
Ji boyî ku mijar zelaltir bibe, em ê li þûna cînavkên hevokên B. navdêran bi kar bînin:
1. Dîlanê pirtûkê bixwîne.   
2. Gulêyê bigota…
3. Dilyarîyê bigota…
4. Wîyê/Wêyê bigota…
5. Ewê pirtûkê bixwîne.
Ji xwe heke tîpa dawî ya navdêr bi xwe dengdêrek be, wê gavê sergêjîyeke mezintir peyda dibe:
6. Perîyêyê bigota…
7. Ronîyîyê bigota…
Çi bû?
I. Di hevoka 1. de kirde ‘-ê’ wergirt, loma wek paþpirtika bangê yan tewangê jî tê xuyakirin, ew hevok jî di dema nuha de ye û em zanin ku divê kirde xwerû be, lê ew bi xwe ne paþpirtik e û ne jî yek ji wan paþpirtikan e, amraza sazkirina dema bê ye, lazim cuda wer nivîsandin ji boyî ku serê mirov gêj nebe, ji alîyekî din ve jî, lêker jî ji rewþa dema bê ket rewþa raweya fermanî, de vêca werin vê ecêbê.
II. Di hevoka 2. û 3. de, ‘-ê’ û ‘-î’ paþpirtikên tewangê ne, ‘-yê’ çi paþpirtik e û li wir çi dike? Binêrin ku ‘-yê’ jî wek paþpirtikekê xuya dike, lê ew bi xwe ne paþpirtik e, bi dîtina we çi ye? Ji alîyê din ve, heke ‘-yê’ bi serê xwe neyê nivîsandin, bêhna dema bê ji wê hevokê nayê.
III. Di hevoka 4. de dirûvê cînavkan gelekî guherîye, gelo ew çi paþpirtikin ku bi wan ve bûne, loma lazim cuda bin ji boyî ku bêhna dema bê ji wan were.
IV. Di hevoka 5. de, hevok bi tevayî guherî, êdî nema ma dema bê jî, bû raweya fermanî, “Ewê pirtûkê” li vir ‘Ewê’ jî bû rengdêra þanîdanê, ji xwe kirpandina van her du hevokan jî ne yek e:
- ‘Ew ê’ pirtûkê bixwîne. (Dema bê)
- ‘Ewê’ pirtûkê bixwîne. (Raweya fermanî)
V. Di hevoka 6. û 7. de, her du navên nêr dirûvê peyvên mê li xwe girtiye.
De ji kerema xwe vê tirþik û hewdelê safî bikin û zimanê xwe di rêzên zimanên akademî de bibînin dema ku hûn amraza avakirina dema bê “ê” bi cînavk û navdêran ve binivîsin. Wek encam jî, divê amraza dema bê bi serê xwe were nivîsandin, loma ka em mînakên jorîn serrast bikin:
1. Dîlan ê pirtûkê bixwîne.   
2. Gulê yê bigota…
3. Dilyarî yê bigota…
4. Wî yê/Wê yê bigota…
5. Ewê pirtûkê bixwîne.
6. Perîyê yê bigota…
7. Ronîyî yê bigota…
Hin mînakên din:
8. Ez ê biçim                      
9. Ew ê here(wê here).    
10. Tu yê birevî(tê birevî).
11.  Elî yê were.                  
12.  Delalê yê bihata.         
13.  Min ê nên bixwara.
Têbinî: Di mînaka 9. û 10. de cînavk û amraza dema bê pev re kelijîne û bi dirûvekî kurtkirî wek ‘wê’ û ‘tê’ hatine bikaranîn, ev bikaranîn jî di nav gel de gelekî berbelav e.
HOÞENG NÎZAR NÛH
Îlon 2016
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4389