Mêraniya Derwêþ (çîrokek gelêrî)
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 26 ÃÛÓØÓ 2016
Mijar: Nûçe



Reþad þeref

Navê Derwêþ û mîraniya wî li her çar hêlên cezîra botan ke û deng da!
Mîr dibihîst ko navê Derwêþ li ser her zimanî ye, li xweþa wî nehat! Þand li dûv Derwêþ..!
Derwêþê me berê xwe da dîwana mîr, gelek pirs û guman di serê wî de diçûn û dihatin..!
Derwêþ ket hundurê koçkê li pêþiya mîr rawestiya, xelkên civatê, sehwê serê wan girt, û zûq û zeloq lê nerîn, nizanin ne xêre.. ne þere..!


Mîr got: Derwêþ..
Derwêþ got: Belê ezbenî..
-Ezê pirsekî ji te bikim, tuyê birastî bêjî..
-Belê mîrê min kerem bike..
-Ev mêraniya te, ya bi nav û deng, te ji kê girtî ye?
Derwêþ got: Mîrê min.. ev mêranî min ji seyê xwe girtî ye!
Mîr keniya û got: ka ji mere bêje çewa..?!
Derwêþ got, mîrê min ev çîrok bi minre çêbû, dema ez piçûk bûm li ber pezê we, temenê min çarde- pazde sal bûn, xwarina min ji xêr û bêra mala mîr bû, xwarinek bijon, zehf  û xweþbû.
Hevalên min yên þivan dema firavînê xwe didane hev û dihatin rex min, xwarina min ji min distandin û dixwarin. Ez bê xwarin û birçî dihiþtim!
Mîrê min, gelek caran min xwe þûnde dihiþt ka ewên bi kî hêlê ve herin ez diçûm ya din, cardin li pey min dihatin û ez birçî dimam.
Rojek ê ez ji wan dûrketim, demê nîvro.. ber bi min ve dibezîn, sixêf û dijûn ji minre didan.. em ji subeha xwedê ve li te digerin..!
Seyên wan li pêþiya wan dibezîn, min bi lez piçek xwarin xiste devê xwe û ya din ji seyê xwere avêt, da em zû xilas bibin ji berî ko ew bighin me..!
Seyekî reþî mezin ji berî þivanan giha me, du carî li seyê min bû û raste- rast êrîþ da ser xwarina li nav piyê seyê min de. Seyê min derfet nedayê bi qirika wî girt û tera kire erdê, seyên din reviyan, xwe dûrkirin û dikirin nûze- nûz!
Þivan gihiþtin rex min, dema dîtin seyê wan brindare çavê wan sorbûn û êrîþ dane ser min. Min dûvê  kopalê xwe girt.. her yek giha min, min kopalek li serê wî da û tera kire erdê.
 Ew û kûçikên xwe pîs- pîs þûnde vegriyan, min û seyê xwe bi dilek rehet xwarina xwe xwarin.!
Ez benî ji wê hingê ve, min tu kêmayî ji kesekî re ne kirî ye û ez nakim. Û serê mîrê min sax be.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4377