Her sibeh
Dîrok: ÇáÎãíÓ 25 ÃÛÓØÓ 2016
Mijar: Nûçe



Þepal Hêvo
 
Her sibeh
pêçeka helbestê
 li ser têla ramanan radixim
li bendî ku bayê dilê  te
ji henasên þevan rizgar bibe.


 Her sibeh
Pirsên xwe di çavên zarokekî de vediþêrim
riþma rewanê xwe sist dikim
û yekser
berî ku  girî di çavên te de
jidayik bibe
xwe ji banê dîmenê wer dikim.
 
Her sibeh
Xwazgîniyên tenêtiya min
bi min re
di tabloya  jiyanê de
termên hevokan dinjinînin.
 
Her sibeh
û berî ku ji xatirxwestina sibeheke din  riha bibim
ji welatê xwe re diçim SICÛDÊ
FATIHEYKÊ li ser giyanê helbesta xwe dixwînim
û bi lez
berî ku ronî þikestinên xwe cebar bike
hêdî ... hêdî
ji xwe vedikþim.
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4376