QAMÎÞLO
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 27 íæáíæ 2016
Mijar: Nûçe



Merwan Berekat
 
Qamîþlo… Li þûna her dilopekê ji xwîna pakrewnên te, bi sedan kulîkên azadiyê dê werin biþkuvandin, û bihna wan mîna hilma dêrîniya hebûnê wê di giyanê her Kurdekî de biherike.
Qamîþlo… Çendî dilbikîn, kujerên jiyanê û hovên serdeman kîna xwe li ser dawa te birjînin, û hewil bidin teniya mejiyê xwe di dêmên te yên spî bidin, lê pîroziya te bi tariyê netê perspankirin… Belê tu ramûsana rojê yî… Tu yek ji xewnên Xwedê yî… Tu hêviya siberojeke payî yî… Tu landika berxwedêr, mirovperwer û vînperestan î.


 Qamîþlo… Çendî çavsorên rûmetþiketî bixwezibin mirûzê te yê feriþteyî bi gilîzê hovîtiya xwe bilewitînin, û bi devê zikreþiya xwe di kolanên te de vereþin, tu mîna þewqa kembera li nava kurê ezmên(Zardeþtê Mezin) her û her vebrûsandî dimînî.
Qamîþlo… Ey vînzêya dîrokê…! Ma ne sonda te bi pertewên rojê ye?! Ma ne xewnên te yên kesk ji memikên þoreþgerî û berxwedanê mêtine?! Ma ne kaniyên dildarî û sozdariya hebûnê ji pêsîrên te hatine herikandin û hîn jî vedenga sîmfoniyên Waþokanî di guhên mirovahiyê de diherikin?! Serbilindiya te… dilnazikiya mêrxwezên te… ayetên aþtîxweziya lawên te û neynika rastiya te bi dengê mirinê tîk nabin.
Tu Qamîþlo yî… ne tenê hespên talankaran, ne tenê berê mejîtariyê û ne tenê kurên xwîmêjan… na, te pir hovên har di xwîna wan de vegevizandin.
Qamîþlo… Ey hêlûna mêrxweziya serdeman..! Îro çavên ezmên ji girî venebûn, lêvên erdê têr þor bûn û tomargehên Xwedê serobinî hev bûn. Îro giyanê kurdewariyê rehên hin baweriyan ji zemînê xwe hilqepirandin û di nav çavên dîroka derewîn de lêxistin.
   Efrîn
27. 07. 2016   






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4362