Dergevann xewnan
Drok: 10 2016
Mijar: Ne



Ronî Elî
 
Ma tu dizanî
Ku çav û lêvên te
Ne di yek rûçikî de ne
Çavên te ...
Li pêwaziya dilê min
Weke Çivîkeke hilqetandî
Diperpitîn
Û govdeyê min
Mîna baskên di bin baranê de
Dilerizand
Hema lêvên te ...
Weke meyxaneya li ser çateriyan
Ne lê dibûm mîvan
Û ne jî
Ji tîbûna hêviyan re
Dibû vehsan û mazûban


Ma tu dizanî
Ku sozên te
Mîna hêviyên oreeke bê nasname
Di gewriya kilaînkofekê de
Bel dibin 
Û bê deng 
Di gola xwîneke hemiqî de
Mest dikevin
Û serjê dibin
Li wir ..
Mehîna siberojê
Di kosteka xwe de
Tî dimîne
Û bi karwanê pirpirînkên sîngê min re
Di nav pêpirkên nîvrojê de
Koça dawîn dike
 
Ma tu dizanî
Ku dergevanên evîna me
Di êa xwe de
Fêrî helbestên bêzariyê bûne
Û bi segên berdayî re
Kolanên bê ser û binî
Dipîvin û parve dikin
Da di xewnên avis de
Çîroka me dubare nekin
Çimkî …
Min û te li ser lênûsa paerojê
Nexeya welatekî bi ber
Ji wan re dipejirand
Berî ku
Di nexeyê de
Em bibin getiyarên toz û dûmanê
7/7/2016






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4354