BÎRANÎNA XANIMEKE GIRANBUHA
Dîrok: ÇáÎãíÓ 30 íæäíæ 2016
Mijar: Nûçe



Desteya Sernivîser
 
  Li 1.6.2016an, bîst û çar sal li ser koçkirina rewþenbîra qedirgiran Rewþen Bedirxan re derbas bûn, di vê hejmarê de ji rojnama REWÞEN me xwest em taybetmendiyê bidin kar û xebata wê xanimê ya ku, me komela xwe û herweha rojname jî, bi navê wê yê bi rûmet bi nav kirine.
   Li 11 Tîrmeha 1909an, li bajarê Qeyserê, li Tirkiyê, çavên Rewþen Bedirxan ronahî dîtin, ew ji malbata bedirxaniyan a xwedî rol û kedeke gewre di dîroka miletê kurd de, û hevjîna ronakbîr û zimanzan Mîr Celadet Bedirxan bû.


R.Bedirxan li Þamê bawernameya mamostetiyê wergirtiye û li dibistanên wê xebitiye, ew yek ji jinên navdar, xwedî roleke çalak di jiyana gelê kurd de ye, û yekemîn jina kurd ku gelek xebat û çalakiyên têvel ji bo doza gelê xwe kiriye,
çi di warê xebat û bizava netewî de û çi di warê wêje û rewþenbîriya kurdî ya giþtî de. 
- Li sala 1957an de, ew wek nûnereke gelê kurd, beþdarî kongira li dijî kolonyalîzmê ya Yonanistanê pêkhatî bû.
- Li 1958an, çîrokên zarokan di radyoya Sûriyê de belav dikirin.
- Li sala 1971ê, li Umran, Kurdistana Baþûr, bi vexwendina serokê þoreþa kurdî Mistefa Mela Berzanî, beþdarî damazirandina “Hevgirtina Afretên Kurd” bûbû.
- Ji bilî xebata wê ya siyasî û civakî, ew yekemîn jina kurd ku bi barê çand û wêjeya kurdî rabûbû û karê rojnamegeriyê kiribû û di kovara Hawarê de, bi kurdiya latînî nivîsandibû.
- Ji bilî zimanê dayikê, R.Beddirxan bi Tirkî, Erebî, Frensî, Îngilîzî û Elemanî dizanî.
-Pir berhemên giranbuha afirandin, hinava pênûsa wê bêtir berve wergerandinê diçû.
Belê, rûpelên kar û xebata R.Bedirxan yek bi yek di jiyana kurdan de cihekî berz girtine, ma ne hêja ye ku em her sal wê bibîr bînin û navê wê li cihekî bilind deynin?!
 
Gotara seretayî ya hejmara 17 ji rojnama REWÞEN. 
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4347