Vejîna Kurd
Azarî, mîna solînên berfê, bi aramî
bi ser govdeya demê de dibare..
Sekeratên þahiyê yên ku ji gewriya
welatekî birîndar diherikin ser dêmên rojê û sirûdên koçberiyê yên ku her kêlîkekê li ser lêvên sînorên westiyayî dubare dibin giyanan berve beyabanên
bêzariyê dibezînin û çavên þevê nîvgirtî dihêlin..
Belê..
li welatê min kolanan stranên bêdengiyê li ezber kirine, deþt, gund û bajarokên me bi xwe bûne darebest û mirin, aso kirasekî reþ bi ser bejna xwe de berdaye û goristan jî hîn birçî ne.
Buharê xwe ji çîvçîva tilûran û kenê nêrgizan þuþtiye û bi xemgîniyê avis bûye..
Kal û pîran milên xwe dane axînên payîzê, kevirên çîrokên kovanbar di mist xwe de diþon, ayet û sifretekwînên mayînê dixwînin, û li mizgeftan nimêja xelasiyê dikin.
Keç û xortên ku hîn ji pelandina zaroktiyê têr nebûne, xwe ji welatê þêrîn re dikin canfîda, keziyên xakê bi xwîna xwe hene dikin, û coþê didin govenda azadiyê..
Dayîkan jî piþta xwe dane dîwarên nîvhilweþî û hêviyên sêwî di nav lepên jiyanê de dilorînin, nameyên zarokên xwe yên ku sînor bi gavên xwe derbas kirine dixwînin, carina jî li ser malên xwe yên wêrankirî, malbatên xwe yên belavkirî û karwanê pakrewanan yê ku li her sibehekê oxir dibe lehiyê rondikan dibarînin, belê.. her rondikek çavên wan deryayek ji birînên mirovahiyê ye…
Xwedêyo..!
Gelê min xewn û hêviyên xwe di nav êgir de dipêçe, keziyên Kobanê, Qamîþlo û Efrînê bi tîrêjên rojê þeh dike û bi vîna mayînê dihûne.. bi milyonan dîlana kul û derdan digerînin, ma qey Xwedêwenda aþtiyê jî ji vî welatî koçber bûye?!!
Li þengalê, hovên bi navê Xwedê keçên me revandin, li bazarên Mûsil û Reqayê mîna lawiran firotin, Zeredeþt pir lome û gazin kirin, lê sed mixabin mirovatî ker, kor û lal e..
Erê Xwedêyo.. Em bawer in ku ev rûpeleke ji lênûsa jiyanê ye û tu kes nikane xumxuma Ferat, Dejle û Efrînê rawestîne, tu kes nikane zimanê çil milyon kurd bihelîne, lê tenê em ji wan dipirsin:
Kurdino...! kengî hûnê bibin yek?!!