Civata Yekîtiya Xortên Demokrat ên Kurd li Sûriya
Dîrok: ÇáÃÍÏ 29 ãÇíæ 2016
Mijar: Nûçe



Samî Ehmed Namî
 
Di 21. 04. 1954 an de, Civata Yekîtiya Xortên Demokrat ên Kurd li Sûriyê, li bajarê Qamiþlo hat damezirandin.
 
Damezirênerên Civatê:
 
Mihemed Mela Ehmed, Samî Mela Ehmed Namî, Evdilezîz Elî Evdê, Derwêþ Mela Silêman, bûn.


Bernama Civata Yekîtiya Xortên Demokrat ên Kurd li Sûriyê
 
1- Navê Civatê: Civata Yekîtiya Xortên Demokrat ên kurd li Sûriyê ye.
2-Civat, rêxistineke siyasî, çandî û civakî ye.
3- Komîteya Navendî wê serkêþiya Civatê bikê.
4- Komîteya Navendî  ji çar hevalan pêk tê, ew jî ev in: Mihemed Mela Ehmed, Samî Mela Ehmed Namî, Evdilezîz Elî Evdê û Derwêþ Mela Silêman.
Civat dê ji bo bicîanîn û bidestxistina:
5- Rizgarî û yekîtiya kurd û Kurdistanê.
6- Xebat bê kirin ji bo pêkanîna demokrasiyê, da bibe sedemê bidestxistina mafên kurdan yên netewî.
7- Xebat bê kirin ji bo rizgarkirina gelê kurd, ji zulm û zora empiryalîzmê û kevneperestiyê.
8- Di dibistanên kurdî de bikaranîna bernamekê ji bo xwendina bi zimanê kurdî û avakirina civatên kurdî yên civakî, çandî, folklorî û komeleyên werziþiyê.
9- Berhevkirina berhemên destnivîs yên rewþenbîrên kurd û kultûra kurdî, da bikaribin di pêþerojê de çap bikin.
10- Weþandina rojnameke kurdî, bi tîpên latînî.
11- Piþtgiriya jinên kurd beramber nexweþiyên civakî û azadkirina wê ji wan nexweþiyên civakî û yên kewdeniyê.
12- Her kurdê ku bixwaze bibe endamê Civatê, diviyabû vê sûndê bixwe:
" Ez bi Yezdanê pak û dilovan û bi þerefa xwe û þerefa Kurdistanê sond dixwim ko bi dil û can bibim endamê Civata Yekîtiya Xortên Demokrat ên Kurd li Sûriyê û bendên destûra wê bê kêmayî bi cî bînim û jê re fidakar bim ta roja dawî".
13- Civat ji malikan tê ava kirin, her malikek ji sisê ta pênc endaman pêk tê, yek ji wan berpirsiyarê malikê ye û yek jê xiznedar e.
14- Malikên Civatê bi giþtî xebata xwe di bin çavdêriya komîteya navendî ya Civatê de dikin.
15- Civînên malikan di heftiyê de carek e.
16- Her endamekî Civatê, di mehê de 25 qurûþê Sûrî mafê endametiya xwe dide xiznedar. Berpirsiyarê malikê wan pera bi rapora xwe ya mehane re, bo komîteya navendî bi rê dike.
17- Civînên komîteya navendî
komîteya navendî di mehê de carekê civînekê li dar dixe, di civînê de raporên malikan tên xwendin û belavokek tê weþandin. Eger pêwîstiyek hebe, dikare civînek din di nava mehê de li dar xîne.
 

Civata Xortan Û Partiya Demokrat a Kurd li Sûryê
 
Di 30 ê çirya paþîn a sala 1957an de, civînek li mala Dr. Ehmed Nafiz li Qamiþlo çêbû, ji bilî Dr. Nûredîn Zaza û Mam Celal Talebanî, Samîyê Mela Ehmedê Namî û Derwêþê Mela Silêman beþdarî civînê bûn (Mihemedê Mela Ehmed hîna leþker bû, dîtina wî di wê dema kurt de pir dijwar bû). Mela Ehmedê Namî ji Civatê re wek palpiþt û þêwirdar bû û bi navtêdana wî di wê civînê de, min û Derwêþ biryara tevlîbûna Civata Yekîtiya Xortên Demokrat Ên Kurd Li Sûriyê di rêza Partiya Demokrat A Kurd li Sûriyê da. Û ji wê rojê ve Civata bû beþek ji Partiyê.
 
Samî Ehmed Namî
Stockholm. 2016.05.29
 
Çavkanî: Pirtûka Dîmenin Ji Dîroka Winda, Samî Mela Ehmed Namî,
APEK Tryck AB, Stockholm 2000.
---------------- 
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4330