Bu te welato
Dîrok: ÇáÃÍÏ 22 ãÇíæ 2016
Mijar: Nûçe



Alwan Þivan
 
Qeftek ji hêvîyên seridî 
Li perava xemgînîya awirên te
Eyenda welatekî azad nîgardike
Refek ji gazinên tevizî
Li ber gure gure þepoleke tagirtî
Payîzîya lêvên te elenda welatekî razayî þîyardike


Kerîyek ji fermêskên betilî
Ji guvaþtina ewrekî pinghayî 
Di zivistane çavên tede 
Çeperên welatekî kelûgirî asêdikin
Garanek ji lavên sondayî
Li berbanga kavilikê newêrek 
Kure kure girîyê tey dilþewat
Qedera welatekî sêwî bi xizim û malbat dike
Mistek ji xwezîyên kedî 
Li diriyankên dê weledan 
Û qermîçonkên ji nîgarîya xwedê
Li ser tabloyê riwê te
Tixubên welatekî xwînî aram dike
Kulmek ji bajar û gundên neqandî 
Nixwryên devera pêxemberan 
Bablîsokên tav buhara bejna te 
Reþkujîya habîlan 
Li welatekî ji bîrkirî hiþkere dike
Hijmarek ji xewnên hunayî 
Li ser avzûnka teþîyeke resen
Xwezaya tey bedew
Henasa cuxrafîya welatekî 
Parçe ji xinizîya peymana
Sayiks û Piko îro roj ji nûvre sînordike......... 
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4328