PEYVA ZIMÊN
Dîrok: ÇáÃËäíä 16 ãÇíæ 2016
Mijar: Nûçe



Merwan Berekat
 
Vedenga keçîniya hiþ
Ji pêsîrên Zagros im
Di navika Dicle û Ferêt de
Hêvanê hebûna Kurdonîs
                         Pir ji mêj im


Mîxî bi min þewq da
Ji berî hîroglofî
Li ser sîngê latên Kurdoyalî
                     Mîna rojê diyar im

Awaza bilûrên perestgehan
Ne tenê
Li ser mora Tîþopê rojperest
Zimanê Avista..
Berî wê jî
Yê bapîrê Birasoz
                Yekcar pîroz im

Ne tenê keseke
Qamîþ…
Perên tilûran…
Pênûsên xwedêwendan jî
                           Min mêjandin

Bi teþiya min hatin ristin
Ne tenê çîroka Mem û Zînê
Pir destan û evsane
Gilgamêþ û Kela Dumdumê
bi min herikîn
            Kaniyên nayabê

Ne tenê qewlê Zebûnî meksûr
Ax û av
Ba û agir jî bi min hatin gotin
                Dîroknîgar û jiyan im… ez
 
Stêrk hilat
Lawên min çem derbaz kirin
Hîrodos wergêr xwestin
Dilsozên rastiyê ne þaþ bûn
Diyarî dan Meryemê
        Bi min Yesûh li wê pîroz kirin

Sînem mir..
      Feqê Teyran bi min qîriya
Çavên Deysem rijandin
Wî bi min axîn kir
Pir þox û þeng bû yara Cezîrî
Wî bi min bang dikir… Dîlber
Þêrînê dêmên xwe diqepirandin
                       Sîyabend bi min hawar dikir

Pir tîr hatin min… hîn jî
Kaniya dêrîniyê zidî mam
Spas ji gewremirovên kardo re
Celadet yek ji wan
Xwedîderkevin li hawara min
Ne tenê ziman…
Giyan û hebûna we me jî… ez.

 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4322