Þîxadî… Rastî û nasîn Xeleka 6 an
Dîrok: ÇáÃÍÏ 15 ãÇíæ 2016
Mijar: Nûçe



Amer Çelik

Çavkaniyên  dibêjin ku Þêx Adî bi nûjeniye xwe ya ola Êzidiyatiyê wê nûjeniyê Êzidiyatî gelekî nêzîkî ola Islamê kiriye. Ev gotin gelek dilxerabî li dorê peyde dike.
Her ciqasî bi dehê lêkolîn û gotarên zanistî li ser ola Kurdên Êzidî hatine weþandin ku diyar dike ola Êzidiyatiyê oleke kevnare, bi hezarên salan B.Z ê hatiye dîtin û heta roja îro jî hîn li ser rêç û baweriye xwe ye. Tu rêftar(sîfat-صفات-سلوك) di bername oldariyê de, hevbeþiye Êzidiyatiyê û Islamê re tune.Ew lêkolînvan Ereb û Islamî ku dibêjin Êzidiyatî beþek ji ola Islamê ye, ev gotin bingeh û hîmê wê tune, li ser himek rameneke oldarî  paþvetû hatiye gotin.


Dektor Kazim Hebîb dibêje: Ewên ku dibêjin Þêx-Adî ibin Mûsafir ji malbata Emewiyan ne ew dîtineke pir þaþe û dûrî rastiyê ye. Ji ber ku Êzidiyatî kesekî ji oleke din qebûl nake!..Êzidiyatî ji olan, olên ku xwînê têkilî hev du nake. merovê Êzidî pêwîste  ku  dêk û bavê  wî Êzidî  bin. Ew di vê yekê de pir serhiþkin tu þeke me têde tune!.  Bicî(Mentiq-( المنطق)bi qebûl kirinê re têkliyê nake!.. Heger em bibêjin hatine Þêx-Adî Laliþê û her bi hatine xwe re kesatiyeke berz û ji serkêþin Êzidiyan hatibû qebûl kirin, ev yek rastiyekê dide me ku Þêx-Adî bi eslê xwe ve Êzidiye û ji dêk û bav ve Êzidiye. Ne wekî hinek dibêjin ku ew derwêþekî Islamî bû ye!?....
Gelek olên tebþîrî wekî ola Islami þerekî mezin û dijwar bi sedê salan bi Êzidiyan re kirin ku Êzidiyan ji ola wan dagerînin û mislman bikin. Lê her wan (Êzidiyan) li ber xwe daye û ola xwe(Ola Kurdan) parastin û ne guherandin. Belê gelek, bi dehan ji wan þeran di dema Þêx-adî de bû û her Þêx di wan þeran de ji bo parastinê serkêþiye Êzidiyan kiriye.
Rastiyeke dîrokî heye pêwîste ku bête gotin, dema merov pirtûkên Êzidiyan yên pîroz dixwîne û sehbeta ilmdarên Êzidiyatiyê guhdar dibe ku Þêx-Adî nekirine rêza xwedanwendan belê Þêx-Adî qelenderekî xwedan qîmete û xwedanê keremetan ne. Ev gotine ya ilmdarên Êzidiyane .
Her weha kazim Hebîb dibêje ku nayê qebûl kirin û nejî bawer kirin ku car-caran têde gotin ku navê Êzidiyan bi navê Êzîd ibin Mewiye ve tê girêdan nimûne: Wekî Seid Deyoecî.  Her weha Hebîb dibêje:Belê  di baweriye min de navê Êzidiyan ji Êzd-Êyzd di ziman kurdî û Farisî de bi weteye Xweda tê ku ji gotine Ezdan-Yezdan bi weteye Xweda hatiye.
Me soz daye ku li gorî zanîn û zanistiye xwe em xalekên veþartî di dîroka Êzidiyan nehêlin bi bêtuxmî û bi hostey î  birjînin ser kaxezê.
Dema merov qewl û beyt, du,a û dirozên Êzidiyan dixwîne û guhdar dike,merov bi rehetî dighêje wê baweriyê ku Êzidiyatî bi hezarên salan berî hatine Þêx-Adî ev ol hebû û wan Êzidiyan yezdan(xweda) nas dikirin û diparistin.
Þêx Adî serkêþekî zane bûye û wî hinek nujenî xistiye rêka parastine Êzidiyan. Lewma jî cihekî Þêx Adî  î evra û pîroz li ba Êzidiyan heye.
Hêjayî gotinê ku merov bibêje;   Yekî ji wan lêklînvanên Islamî  li ser  sedmên hatine Þêx Adî  ji Libnanê(Balbek-Bêtlfar) bo  çiyayê Hekarê , ji bo Laliþê  tevgereke zanistî nekirine ûne ji baþ li rûpelên dîrokêe ne geriyan e. Belê wan li gorî hinek rûyav(Ehtîmal-at) ger û lêkolînên xwe hûnane. Ew  rûyev ji bo wê koçeriyê me hêsîr dike ku bi sedên pirsan bêne pirsîn. Gelo Þêx-Adî bi fikir û ramanên hinek Þêxên  derwêþî (Sofîzim) Islamî bi bandor bû…Û dixwest ku wan fikir û ramanan li wî çiyayê Hekarê belav bike…??!!Lê bersiva van herdu pirsan , jî ew ku ev yek ji rastiyê û baweriyê dûre. Ev rêka ku merovan bi bawerî dagerînin bi ser Islamê de ne rêk kiryarî ye Islamiyê ye( سلوك) . Ti hewcedariye Islamê bi vê yekê tunebû. Ji xwe Islamiyan bi devê Þor bi qeflan  merov muslman dikirin û bi taybetî jî, Êzidî!... Eger raste wekî ew lêklînvan dibêjin ku Adî ji bo Êzidiyan wergerîne bi ser ola Îslamî de, hatibû herêmê… Me ew rêk û xizmetên ji bo parastîn û bi hêzkirine Êzidiyan û Êzidiyatiyê ji aliyê Þêx-Adî ve ji bo çi bû….??!! Eger raste ku kardariye Þêx-Adî ew bo  ku baweriye miletekî (Êzidiyan) bike bin boandora felsefa û ramanên Islamê. Ji miletekî merovek, girupek, eþîrek li dijî,pêþgirtine wan fikir û ramanên Islamî ku Þêx-Adî jib o wan hatibû derentket!!?...Ma gelo ne nêzîkî rastiyê ye ku em bibêjin, celebek li dijî vê kardariyê bû ..!? kanî ew deng..? Di dîrokê de , di rûpekî dîrokê de me ne dîtiye ku Êzidiyan ne razîbûne xwe li dijî Þêx-Adî kirine, belê Êzidiyan heta piþtî Þêx-Adî û heta roja Îro jî bi rêka Þêx Adî parstine ola Êzidiyatiyê dikin.
Dektûr Xelef Cerad di pirtûka xwe de,ya bi nave (Êzidiyatî û Êzidî) de, li ser hatine  Þêx-Adî  dibêje ku hinek çirawîsk hene ku Þêx-Adî ji kurdên Al-Tîyrahiya ( التيراهية)  ne. Xelef Al-Cerad li ser zimanê Lêkolînvanê Iraqî  Yaqûb Serkîs  ku Þêx-Adî ji wan Kurdên ku havînan li zozanan bûn û zivistanê xwe berdidan der û dorên Mûsilê. Di wê demê de eþîra kalkên Þêx-adî bû ku li zozana akincî bûn. Ew Kurdên Tîyrahiyan li çiyayê Madî li kêleke Hilwan akincî bûn  leþkerê Faris iyan  li ser wan kom dibûn û bi sedan li der û dorên Mûsilê ji wan kuþtin. Her weha demelocî jî dibêjie ku kurdên Tîyrahiyan ola xwe bernedan û li ser baweriyên xwe yên kevin man. Ew bawerî  Êzidiyatî û Zerdeþtî bû.
Her çiqasî agehdariyên Cerad pir girîngin û nêzîkî rastiyê ne jî, lê mixabin ku çavkaniyên ku wan agehdariyan  serrast bike , di pirtûka berêz Cerad de gelekî kêm hatiye. Her weha Demelocî pêde diçe dibêje ku ji wê rojê de þer û dijimantî di navbera vê olê (Êzidiyatî) û Islamê de didumîne!... Her weha Hêja Zûhêr Kazim Ebûd jî, di pirtûka xwe yan E,udî ibin Mûsafir (nûjenê ola Êzidiyatiyê) di rûpelê 71 de dibêje ku Berêz Cerad agehdarin bê hîm anîne. Hêja Zûhêr dibêje ku dibe ku Cerad civaka Îraqê nizane!... Cerad  eþîran , Tîre(Mezheb)û olan têkilî hev dike, her weha Cerad Þebek, Êzidiyan, eþîrên Tûrkmanî li Tliheferê û Babawat Þî,ea Alcehferî Hebab Êzidî ku li Þingal akincî ne û Þaxên wan li Tlehferê tunene. Cerad van tevan têkilî hevû din dike. Ev gotin ya Zûhêr Kazim Ebûd bû.
Seid  Deywacî ew jî li ser Þêx-Adî bin Mûsafir gelekî biriye û aniye merov dema rûyavên ku Dewecî anîne rojevê merov zû tê dighîjê ku ew ne rûyavên ser bixwene û bi rêkeke Islamî lagerî(Mûtesib-متعصب) bi kiryarîyeke dûrî zanistiyê. Lewma jî em rûyavên nayîn ziman.
M. Abid Al-Hemîd Al-Hemd ku dîtina wî ji piraniyê lêkolînvanan cûdaye dibêje; Çiqasî ola Êzidiyatiyê ji xeleka Kurdîtiyê derenketiye jî lê piþtî hatine Þêx-adî merov hinek tiþtên Islamî di nave Êzidiyan de dibîne, wekî Xerqê (Derwêyê),Þêx …uwha gelek tiþtên din jî.
–Adî Xerqa ji destê Þêxê xwe girtibû û li xwe kirbû ew bi libsê Xerqa ciwan bûbû hevalên wîyê derwêþ jêra digotin Tawisê Derwêþan, dengê wî di sirudan de pir xweþbû,. Wî(Adî) helbest jî dihûnan û her weha dibêjen; ku wî Bexda Terk dabû û çûbû  baþûr  ji ber ku weki cihê têd jiyan bû.
Corc Birsî Badcir lêkolînek li ser Êzidiyan weþandibû. Tê gotin ku Berêz Corc Birsî di sala 1842 -1850 z de hatibû nav Êzidiyan dan û standin pir bi serok , rêber û ilmdarên Êzidiyan re kiribû  dibêje ku libsê xizmetkarên Laliþ wekî libsê Rahîbe ye(Rehiban) du xizmekar mêr in û xizmetkare jine Sadan - Sad diþibhe libsê wan. Dibeje ku li ser Gora Þêx-Adî ji Sadan pirsîye, “Ev gora ki ye..?” bavê Þêx –Adî …?!, ji min re got ku dêk û bavê wî tun in û ew nemiriye!....
Demelocî dibêje ku Corc Birsî Badcir ne merovekî zanebû û heþt salan bi Êzidiyan re jiyan kiriye û nikarîbû yekî tenê jî, ji Êzidiyan bîne ser ola Xirstiyaniyê. Bi rastî ew ji bo nêzîkbûne Êzidiyatiyê û Xirîstiyanî kar dikir. Demelocî dibêje ku tiþê ku Badcir di derbarê çekên xizmetkaran (libis) de dibêje ne rastin.
Qasê lêkolînvanan di cihê gorkirine Þêx-Adî de yekin..Alozî di vê agehdariyê de di navbera lêkolînvanan de tune.Þêx-Adî di Laliþ de hatiye bi gorkirin.
Di rastiya Wargeha Laliþ merov bi kevinariye wargihê   dighîjê  bandora cih ya dîrokî , lê mixabin ku merov zû dighe wê zaniyarê ku ji xizmetgozariyê ve geleki belgaze.
Em gihîþtine wêbaweriyê ku Þêx-Adî bi zanistî û danûstandine xwe Êzidî ji qirkirin û fermana parastin. Ji roja dîtine Þêx-Adî li Liþ de heta roja mirine wî Zûhêr Kazim Bûd dibêje ku Êzidî di aramiyê de jiyane. Ferman û qirkirinê hatine ser Êzidiyan tev di dema berî Þêx-Adî û piþtî Þêx-Adî hatine tomarkirin.

Heta xeleka 7an bimînin dixweþiyê de.
Amer Çelik   Hezîran/ 2016 Almaniye  amercelik@hotmail.de








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4321