Rikberiya Sūrī! … Ēima Vir Ū Sixźf?!
Dīrok: ĒįĖįĒĖĒĮ 12 ĆČŃķį 2016
Mijar: Nūēe



Rozad Elî / Desteya sernivîser * 

Pižtî ku pirojeya Federaliya Roava-Bakurê Sûryê ji hêla hin alî û partiyên kurdî û kesayetîne ji pêkhateyên Bakurê Sûryê ve hate ragihandin, helwestên rengereng û bêhinteng ji hin karbidest û peyvdarên sazûmana sûrî û rikberiya sûrî ya siyasî de derketin. Hin ji wan gotinan dûrî sinciyê bûn, daketin astên pir kêm û nizim, û hîç ne li gora bejnûbala siyasetmedarên dewletan bûn!.
Bi rastî jî, çend gotin û helwestên pir tûj û balkêž di dermafê gelê Kurd de hatin kirin, wan gotinan û xwedanên wan, ne tenê mirovê Kurd êžandin, wan bala dostên wî jî kižand ser rastiya helwesta nijadperestiya erebî!. 


Mirov dipirse, çi sûde ji gelê Sûryê re di nizimkirina kesayeta mirovê Kurd û civaka kurdî de heye, daku ew bê žerm, bê ku li ber xwe bikevin, ji dîrokê jî fedî nekin, û rabin çel milyon Kurd wek boyekerên solan û berdestên xwaringeh û çayxanan salix bidin?! Û çi sûde ji pažeroja (žoreža rikberiya) sûrî re heye jî, ku dîrok, xaknîgarî û hemî rastiyên ku li ser zemînê hene, nebînin û binpê bikin?! Ew çawa kanin bêjin, ku tenê çend hezar Kurd li Sûryê hene, ew jî li deverên Sûryê belavkirî ne, û pižtî damezrandina dewleta Sûryê ji serxetê (Kurdistana Tirkiyê) darbas Sûryê bûne, lewre jî, ew ne xwedî xak û mafên netewî ne?!. 
Ji bo van virûvûtên erzan, ku ji devê hin kesên erzan derdikevin, û belkî hîn jî werin gotin, pir pêwîst nake, ku eger her yek gotin kir tu kevirekî bavêjê! Çinkî, jerkî ku Sûryê wek dewlet hatiye binavkirin, û em jî di nav sînorên wê de bûne welatî, dîroka gelê Kurd li Sûryê, kultura û sincî, rabûnrûnižtin û danûstandin, tevger û xebat, pakî û dilsozî û hemî war û karûbarên jiyana mirovê Kurd,, ew hemî ji me re žahid û nêrevan in, ku em li Sûryê -wek gel, civak û kes jî- em ji erk û stubariyên xwe re bežekî dilsoz in; loma jî em, ji dîroka xwe û ji mafdariya mafên xwe pižtrast in, û fedî nakin, û vir û gotinên mîna hindikirina hejmara Kurdan û gotinên din yên pîs jî, ciyê tinazî û henekan e, û tenê sazûman û rikber xwe pê riswa dikin û dibin ciyê tinaziyê. 
Lê li vir, û li derbarê rikberiyê û sazûmanê jî, pirsa giring ev e: Eger sazûmana Bais, bi nêrîn, raman, helwest û kiryarên xwe yên nijadperest, li dirêjiya pêncî salî baž hatiye naskirin, û ew nikane ji sepeta nijadperestiya teng derkeve, ew tižtekî ne seyre! Lê gava ku helwest, sixêf û derew ji kesên ku xwe (žorežger) dibînin, û wek nûnerên (žoreža gelê Sûryê) xwe didin nasîn dertên, ew kes û alî dibin ciyê guman û mixabinyeke mezin, û ciyê hezar pirsên îjdil jî! Wê lomê, em bi bawer in, ku çi helwestên bê pîvan, û bêhina jijadperestiyê jê tê, ku ji berpirsên rikberiyê û sazûmanê jî dertên, ew ne tenê ji encama raman û çanda Be`is ya kufkî ne, baweriya tekûz ew e, ku destên dewletên ku neyarên Kurdan jî di paž de hene. 
Em dibînin, tenê sê tižt kanin helwestên vir, sixêf û nijaperestiyê ji me re rave bikin, ew jî:  
Yek: Piraniya kesên ku roja îro bûne rikeber, û serkêžiya saziyên wê yên siyasî û diplomasî dikin, ji pêsîra Nijadperestiyê mêtine û bi ramanê Partiya Be`is mezin bûne, lewre jî, mîna kûpiyekê ku ji koka xwe qirêjtir xuya dibin! Eger berpirsên sazûmanê gotinên xwe -yên xerab û nîvxerab jî- bi pîvan û bi siyaset dikin, lê peyayên rikberiyê, helwestên xwe yên siyasî yên kevnerêç û regezperest, rût û tazî dibêjin, û hîç naxwazin hebûna gelê Kurd li Sûryê binasin. Ev jî ji pažeroja Sûryê re tižtekî pir buve û xerab e.
Didu: Rikberiya siyasî, nemaze ewa ku rayedarên wê li Stembûlê rûdinin, dîlên berjewendiyên rayedarên Anqerê ne, û li ser daxwaza destlata Tirkiyê, û li gora dilxwaziyên wê helwestan digirin. Ev jî rastiyek e, roj bi roj diyartir dibe, û kesek nikane înkar bike.
Rast e, ku gotin û helwestên regezperest û žovenîstan li dilê her Kurdekî dikevin û wan birîndar dikin; lê li aliyê din, eger pariyek namûs bi wan žovenîstan re mabe, û dixwazin bi cilên (žorežgerî û demokrasiyê) xwe li pêž raya cîhanî fodil bikin, ew bi wan nêrîn û helwestan xwe yên rût û beloq xwe pir erzan dikin, rastiya xwe ya virek û nijaperst ažkere dikin, û žovenîstiya xwe jî, zelal û vekirî didin nasîn. Li aliyê din jî, doza gelê Kurd di azadî, demokrartî û wekheviyê de, li ba raya cîhanî ya gižtî, berz, bilind û mafdartir dibe.
* Sergotara rojnama Newroz – hejmar / 119/ – Ji wežanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.






Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4304