bihara beravêtî
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 16 ãÇÑÓ 2016
Mijar: Nûçe



Kamran simo Hedilî

di tariya xayîn de
roj xesandin
pelên azadiyê weþandin
li þazdehê adarê
goristanên Mediya
giriyandin
ji kelha sitemê
melkemotên jehrê 
þiyandin


di tariya xayîn de
roj xesandin
min jan û kovanên
kolanên bihara beravêtî
kiþandin
di henasa xwe de
qêrîn û girî girtin
bi lehiyên vereþandina jehrê
di qolincên bajarê bêmecal de
Helebçe kuþtin
di tariya xayin de
roj xesandin
axînên Helebce
di çolbeyarên giyanên xwe de
herikîne bêdumahiya dilê min
werin netirsin
sêwiyên paþmayên Medan
di cîhanê de
hûn bi cih nebûn
cîhan nikare we veþêre
werin
di mêjiyê min de
xwe veþêrin
werin destên min bigirin
em cîhana xwe
biafirînin
bi çavên êþê
bi axîn û girî
bi agir û hilma tirsê
li min nenêrin
hêstirên we
kaniyên çavên min
ziwa dikin
ser xwe rakin
baskên xwe vekirine
stêrên jînê
rabin
li dilê min siwar bin
binêrin
bayê jînê
hate Helebçe
tirsa leþkerê Med
kelha sitemê hejand
bircên Tikirîtî hilweþandin
bi hilma mizgîniyê werin
werin bikevin dilê min
pênc roj mane
bibe cejn  li welatê me
em cilên xwe yên
rengerengo li xwe kin
li kuç û kolanên
leyîstik lê mirin
agirê cejnê pêxin
kom bi kom
govendê bigerînin
rabin werin
werin bikevin mêjiyê min
di mêjiyê min de
bijîn werin
16.03.2005







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4284