Ez ne serok û paþe me
Dîrok: ÇáÃÍÏ 13 ãÇÑÓ 2016
Mijar: Nûçe




C. Robarî
           
Ez ne serok û ne paþe me
Û nejî werzîr û mele me
Ez keçek Kurd, evîndara welatê xwe me

                        *
Ez ne beg û ne axe me
Û nejî xwedî zevî û fabrîke me
Ez keçek Kurd, þervana welatê xwe û gerîle me
                        *
Ez ne xwedî milk û seremaye me
Û nejî bazirganê tiþtên qedexe me
Û nejî xwûnmij û stemkar û çete me
Ez keçek Kurd, evîndarê Kurdistan û pêþmerge me
                        *
Derdê min lo delal, ne mêr û pere ne
Derd û kêþa min serfiraziya xwediyê min û tene
Û hemû Kurdên bindest û tevê ez û tene
Bawerke heval, jiyana bê azadî derew û fen e
Dijmin dixwaze wisa ji xwe re bi me biken e
                        *
Ez ne serok û ne paþe me
Û nejî werzîr û mele me
Ez keçek Kurd xwende û zane me
Li hemû qadan, ez bi çek û pênûsê xwe amede me
Û serfiraz û azadim di axa xwe de
Ger tu jî wek min, xwedî wisa derd e
Ez ji niha de, par û evîndara te me .. te me.
 

22 - 02 - 2016





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4276