KURD Û NEXWEŞIYA PARÇEBÛNÊ (1)
Dîrok: ÇáÃËäíä 22 İÈÑÇíÑ 2016
Mijar: Nûçe



Elî Şemdîn

Di dema ku em li ser Pirtûka xwe ya bi navê (Ragihandin û Raya giştî ya Kurdî li Sûriya)(2) di xebitîn, dîtinek li cem me peyda bû ku divê em Pirtûkekê bi nivîsin bi Navê (Tevgera Kurdî li Sûriya û Diyardeya Parçebûnê), û têde dirêj li ser Nexweşiya Parçebûnê bisekinin ku Rehên xwe kûr berdane nav rêzên Tevgera Kurdî de li Sûriya, û bandora vê Nexweşiya metirsîdar têxin berçavan, ku ev hemî girûp û partiyên piçûk û qels li şûna xwe hiştiye, herwiha bi sedan baştirîn kadir û serkirdeyên xebatker û welatparêz, ji nav rêzên Tevgera Kurdî kirin der, û ew ber bi dilsarî û bê hêviyê ajotin..


Hokarekî din jî hebû ku em ajotin nav vî karê zehmet û dilêş,ew jî ev guhertin û buyerên mezin û bingehîn, ku di van pênc salên dawî de Herêm Rojhilata Navîn bi tevayî û welatê me Sûriya bi taybetî dane ber xwe, van buyeran da nîşandan çendî Tevgera Kurdî li Sûriya lawaz û bê hêz û zeîf û ne di astê van buyeran de ye, û nikarê bi rola xwe ya dîrokî rabe, ew jî di bingeha xwe de vedgerê hokarên Parçebûn û nakokiyên di navbera Rêzên Tevgera Kurdî de, lewma ev derfeta zêrîn ku Îro ji bo Miletê Kurd Peyda bûye, di keve metirsiyê de eger bi lez û bez Tevgera Kurdî li Sûriya li xwe venegerê û zû Rêzên xwe û Gotara xwe ya Siyasî neke yek.
Herwiha mebesteke din jî heye ku em bi vê lêkolînê rabûn, ewjî ewe ko Sed Sal di ser Rêkeftina Sayix- Pîko re derbas dibin,  ku di 1916 an de hatibû imzekirin û Kurdistan di encama wê de hatibû parçekirin, û Îro derfetke dîrokî li ber Miletê Kurd vedibe ji bo bi destxistina Mafên xwe, lewma baştirîn Rêga bo yekrêzî û Yekîtiya Kurdî ewe ku bilez (Kongirê Niştimanî Kurdistanî) were li darxistin bi beşdariya hemî hêz û Aliyên Siyasî Kurdî û Kurdistanî ji bo çareserkirina kêşe û nakokiyên navxweyî, û bigihin rêkeftinek istratîcî hevbeş li ser astê daxwazên Miletê Kurd li her çar parçên Kurdistanê, lê mixabin ji ber bandora Parçebûnê ev hêvî jî hatiye beravêtîkirin û tu encam nedaye ta vê kêlîkê(3).
Ji ber vê yekê me dît ku em jî hewlekê bidin li gor karîbûna xwe, ji bo xwendina vê Diyarda metirsîdar ku di seranserê Dîroka Kurdan de bûye nexweşiyeke kuşinde, û eşkerekirina Hokar û Encamên wê yên xerab ku hêvî û omîdên Kurdan beravêtî kirine û Mîkroba Parçebûnê derbasî nav Civaka Kurdî kiriye..
Gelo Şensê Kurde, ku rastî vê Diyarda xerab hatiye ?!.
Ne xêr, çimkî Kurd ne ji Zarokên Cinane(4), û ne ji azmanan jî hatine weke ku hinek li ser Kurdan di bêjin, lê belê ew jî wek hemî mirovan neviyê (Adem û Hewa) ne, birayên (Habîl û Qabîl)''''''''''''''''''''''''''''''''in, ku nakokiyên xwe bi kuştina hev çareserkirin, ne bi diyalogê..
Parçebûn Her ew derde ku Ehmedê Xanî di salên (1650- 1707) de li ser sekiniye, û hawar kiriye ku divê Kurd bibin yek, û ewî zû destê xwe daniye ser vê birîna kûr û kevnar, û gotiye ku mirina Miletê Kurd di parçebûn û berberî û serhişkiyê de ye, û derman jî her yekîtî û yekrêzî û rêkeftine(5).
 lê mixabin Neviyên Xanî banga wî ne bihîstine û guhdarî li Qîrîna wî qet ne kirine, û her ev Mîkroba parçebûn û nakokiyê di laşê xwe de hilgirtine ta roja îro, û bi nezaniya xwe bûn hêlîna vê kultûra wêranker mîna dijminatiya (Mehmûdkî û Etmankî)(6), û weke Kew her û her birayên xwe ajotine nav davik û xefkan, qebûl nekirine xwîn were şûştin eger ne bi xwînê be.
Piştî avakirina Tevgera Kurdî li Sûriya di 1956 an de, kultûra parçebûnê bi pîlan hate veguhestin nav rêzên wê, û vê Kultûrê bandora xwe ya xerab lîstiye di geşkirina nakokiyan di navbera Osman Sebrî û Dr.Nûredîn Zaza de, ta ku gihişte astê  berberiyê di navbera Alîgirên herdû aliyan de, û di encam de care yekem bû di dîroka Tevgera Kurdî de li Sûriya ku parçebûnê di nav rêzên wê de rûda ye û serê xwe hilda, û ev Tevger hatiye parçekirin li ser dû sengerên dijî hev heta roja îro, û ew nakokî bi zanbûn hatin ajotin ber bi şerkî Donkîşotî bi rêberiya pisporên şareza di dirustkirina Fitne û derwan de, û di bin siya Siloganên beloq û brîqdar de, di sengerekî de  Osman Sebrî û Mirîdên xwe cîgirtin, û di Sengerê beramber de Nûredîn Zaza û alîgirên xwe bûn, û ew nakokî bê dawî man û her berdewam kirin, û agirê kîn û brberîyê her geştir û xurtir bû ta roja îro.
Belê, ew Kêşe û nakokî çareser nebûn, lê her xurtir û kurtir bûn, û di encam de parçebûn pirtir û zêdetir bûn di nav rêzên tevgera Kurdî de li Sûriya, di vê qûnaxa çarenûs de ji dîroka Miletê Kurd, ku derfeta bidestxistina mafên wî gelekî hesantir bûye lê bi mercê paqijkirina laşê Kurdî ji wê Mîkroba Kîn û Xedir û tolsitandinê, û bi mercê pêkbînina yekrêziya xwe li gor bagnewaziya Ehmedê Xanî ku zêdetir ji sêsed salî daxwazkiriye Kurd bibne yek..
 Bi vî rengî bala me hatiye kişandin ber bi Diyarda parçebûnê di Tevgera Kurdî de li Sûriya, û me pêwist dît ku li ser vê nexweşiyê bi kolin û li ser hokarên wê bi nivîsin, û encam û tecrûban jê wergirin, da ku bibe navtêdanek ji hêzên Kurdî re ku bibin yek û di yek sengerî de beşdarî Şoreşa Sûrî bibin li dijî rêjîma dîktator û xwînmij.
Lewma me biryar da ku dest bi nivîsandina dîroka vê diyarda rûreş bikin, ku bûye mina nexweşiya Penceşêr di laşê Tevgera me ya Siyasî de, û rêzên wê tar ûmar kiriye, û me gring dît ku qîrîneke bilind bidin li dijî vê diyardê ku hemî Pirensîbên Rêxistinî û Civakî û Siyasî binpêkiriye.
Têbînî:
1- Ev Gotar Pêşgotina Pirtûka me ye, ya bi Navê: (Tevgera Kurdî li Sûriya û Diyardeya Parçebûnê).. û Pirtûka me aniha dibin çapêdeye, ji (385) rûpelê mezin pêktê, û Mamoste Hemîd Derwîş Pêşgitina wê nivîsiya.
2- Pirtûka me ya binavê (Ragihandin û Raya gişti Kurdî li Sûriya), di sala 2014 an de hatiye çapkirin li Bajarê Silêmaniyê li Kurdistana Îraqê, Pirtûk ji (264) rûpelên mezin pêk tê, û Mamoste Hemîd Derwîş pêşgotina wê nivîsiye, û Hunermend Kamîran Şemdîn jî bergê wî hazir kiriye..
3- Di (23.7.2013) an de Partiyên Kurdî û Kurdistanî li Hewlêr civiyan, li ser bangewaziya Mesûd Berzanî ku bi navê Celal Talbanî û Ebdule Ocelan ev civîn xwestibû, û têde Komîteyek amadekar hatibû destnîşan kirin ji bo li darxistina (Kongirê Netewî Kurdistanî), di nêzîktirîn demde, M.Berzanî di gotina xwede di destpêka wê Civînê de li ser armanca wê gotibû: (divê Aliyên Siyasî Kurdî li her çar welatên Îraq, Turkiye, Sûriya û Îran, bibin xwedî Gotarek Istiratîcî Hevbeş, naverûka wê şandina Nama Aştî û Hevjiyanê be ji bo Gelên Herêmê.. û têde nîşan bidin ku Kurd dixwazin dijminatiyê bi temamî bi dawî bînin li gel wan, û bi hevre bigihin Rêkeftineke tokme, û çareseriyeke Aştiyane û Rewa ji Kêşe Kurdî re bi bînin..)
4- Kilînî di Pirtûka xwe de ya bi navê (El- Kafî), li ser Zimanê Ebî El-Rebî El-Şamî, gotiye: (Ji Kurdan qet ne zewicin û jinan ne yênin, ji ber ku ew ji nislê Cina ne.. 5/352).
 5- Di dîwana (Mem û Zîn), de hatiye, ku Ehmedê Xanî di sala 1695 an de  hûnaye:
ez mame di hikmta xwedê de
kurmanc di dewleta dinê de
eya bi çi wechî mane mehrûm
û bil cumle ji bo çi bûne mehkûm
lew pêkve hemîşe bê tifaqin
dayim bi temrud û şiqaqin
ger dê hebwa me itifaqek
vêkra bikira me inqiyadek
tekmîl di kir me dîn û dewlet 
tehsîl dikir me ilm û hukmet  .. 
6- Helîm Yûsif, di Gotara xwe de ya bi navê (Mehmûdkî û Etmankî) dibêje: (li Navça Omeriyan/ ku ji dehan Gundên Nisêbîn û Mardînê li Kurdistana Tirkî, pêk tê.. li wê Navçê dû bira hebûn bi Navê Mehmûd û Etman, Rojekê nakokî dikeve navbera wan de li ser Axatiyê û Şerekî dijwar di nav wan dest pêdike, û ew Şer weke zincîrê berdewam dibe û nema bi dawî tê, û xelkê Navça Omeriyan di encama wî Şerî de dabeşdibin li herdû Berê Şerê de, û ta Roja Îro jî ew kîn û beriberî berdewame bi Navê Mehmûdkî û Etmankî..)/ Gotar belav bûye li ser:
(http://rojavairo.wordpress.com/2013/01/22/mehmudki-u-etmanki-helim-yusiv)





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4256