DÎLBER
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 20 íäÇíÑ 2016
Mijar: Nûçe




Luqman Tahlo

Dîlbera govendê xwe dihejîne 
Bisk û kezî zêrîn e 
Çav ji derya evîn e 
Rûdêm ji heyva þevîn e


Dîlber gulnaz û rind e 
Tilî ji mûm û find e 
Bejin zirav û lewend e 
Bi zerzeng û bilind e 

Tev dipirsin dîlber kî ye 
Ma keçe an perî ye 
Lêv hingivîn û spehî ye 
Meya peyal û xwezî ye 

Dîlber kara xezalan 
Nêçîra xort û yaran
Berfa çiya û zinaran 
Þînahiya buharan

Dîlber gula ber kanîye 
Xunava rez û zevîye 
Hiþ û sewdan ji min birîye 
Birîna dilê min her tu ye 

Dîlber biþkoja li daran 
Têr nabim ji dîdaran 
Þeva xewn û xeyalan 
Binefþ û kulîlka çinaran 

Dîlber nêrgiz û rîhan e 
Ebrû zirav û kevan e 
Suriþta heyva gulan e 
Bera bîhok û þîlan e 

Dîlber naz û þêrîn e 
Ji paytexta evîn e 
Yarek rûken û narîn e 
Dil ji bo wê xemgîn e 


29/12/2005







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4236