Rûpelekî Windayî ji Nelihevkirina Axayên Beriya Mêrdînê (Çendî Îro Mîna Doh e)
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 19 íäÇíÑ 2016
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

Þevên zivistanê dirêjin, ez jî þevê din wek Cihûyan li kaxetên xwe yên kevin geriyam. Di nav wan de çav bi çend çavpêketinên xwe yên ku berî 25 salan, li ser dawxaza Prof Dr. Celîlê Celîl min bi çend kelemêran re kiribû dîtin. Yek ji wan kalemêran Hecî Hesen (Bozo), mixtarê gundê Tûkê bû, yek kirîvê min Hesenkê Bavfilleh bû û yek apê min Silêmanê Xelîl (Silo) bû. Van hersê rehmetiyan çîroka civîna Axayan li gundê Bilêqiyê, kêm zêde wiha ji min re gotin:

 Di bihara 1928an de, li ser daxwaza mezinên Kurdan ji bo kurtîtiyê û alîkariya kurdên çiyayê Araratê bi Tirkan re (Di baweriya min de, ev mezinên kurdan /Komeleya Xoybûn/ bû û serhildan ya Ceneral Îshan Nûrî Paþa bû), Axayên Binxetê û Serxetê li gundê Bilêqiyê, bi rêveberiya Ûsivê Qaso axayê eþîra Bûbilana civiyan. (Hingî gundê Bilêqiyê di bin destê axayê Bûbilana Ûsivê Qaso de bû). Civîn li mala Simê Hesenkê ku ew yek ji axayên eþîra Milan bû, pêk hatibû.
 Ji Axayên ku di wê civînê de beþdar bibûn: Evdiyê Xelo Axayê Mêrsîna, Îbrahîmê Mehmûd Axayê Temika, Þakirê Mihê Axayê Koçeka, Ehmedê Silêman Axayê Omeriya (Hingî ji ber Tirkan revya bû, li gundê Niqare bû), Emînê Ehmedê Perîxanê Axayê Rema (Hingî ew jî ji ber Tirkan revya bû xwe li gundê Dugirê, malbata Ebês girtibû û yek ji damezrênerê komela Xoybûn bû), Hesenê Haco Axayê Hevêrka (Bavê wî Haco jî, yek ji damezrênerê komela Xoybûn bû), Silêmanê Ebês Axayê Dorika, Silêmanê Zerokê mixtarê gundê Hermê Þêxo.. û çend navdarên eþîra Bûbilana wek; Xelefê Gedo, Silê Neyo, Begendiyê mala Evdile, Ehmedê Evdo û gelekên din..
Civîna wan li gor biryara Komela Xoybûnê bû ku, herêma xwe ya ku di navbera  Nisêbîn û Darê ta bi Mêrdînê jî, ji destê Tirkan rizgar bikin û xeta tirêna Almanî ya ku çek û artêþa hikûmeta Tirkiyê di ser re derbasî þerqê (Kurdistanê) dibû xera bikin û herdû pirên tirênê li Çûva û Zorava biherifînin, ku Tirk êdî nema karibin derbasî þerqê bibin..
Û di encam de, þer ji ser þervanên Araratê sivik bibe..
Lê sed mixabin civîn bê encam derket; eþîrtiyê, dubendiyê û berberiyê rola xwe lîst û negîhan ti encamên berketî bi hev re. Dawî ji hev belav bûn, bi hêviya ku careke din li hev bicivin.. Û careke din li hev neciviyan.. û hûn zanin bê çi pey re çêbû..
Ezbenî! Çendî Îro Mîna Doh e.

Qamiþlo, 19.01.2016






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4235