Çima Bi Kurdî? !!
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 22 ÏíÓãÈÑ 2015
Mijar: Nûçe



Vejîna Kurd

Li sibeheke têrhêvî, berbangê ne ji zû de xatir xwestibû, û rojê bijangên xwe yên têrevîn di govdeya asîmên de serbest berdabûn. Bakî hênik li rodanka dilê min xist, û bi bêhna qehwê ya ku ji fîncana min difûrî, û bi awazên tembûra Mihemed Þêxo re, rewanê min sermest dibû. 
Kêlîk bi kêlîk.. ez di buhiþta vê heyamê de noq dibûm, û weke her car, min dest avêt newqa pênûsê û min xwest ez hinekî ji kela dilê xwe birjînim ser rûpela keçîn.


Çirûska ramanan perda demê dibirî, û li ser spehiya rûpelê tîpên kurdî dikeniyan, û rengereng gol vedidan. Di mejiyê min de, pirsa (Çima bi kurdî dinivisînim?!!) jenî û bersiv hêvî kir. 
Ez li berhema ku bi hestên zelal û hêsayî ji pênûsa min herikî bûn vegeriyam, min hîs kir, ku ev ziman wek pêlên hênkahiyê xwe berdide nava hinavên min, û ew tîpên latînî dikarin deþt û çiyayên hêviyên min bi ber bikin.
Li vî welatî; her tiþtek bi kurdî reng dide… Solîn bi kurdî dibiþkuvin, mêrg û çîmen bi kurdî þîn dibin, Buhar bi kurdî geþ dibe û Payîz bi kurdî serê xwe diþo. Li ber dergûþan.. dayîk bi kurdî dilorînin û zarok bi kurdî dikenin û digrîn. 
Ji bilî zimanê kurdî, tu ziman nikare tabloyên me bi rengên xweþik wêne bike, germahiya hestên herikî binoþe û wergerîne nivîsandinê.
Belê.. Tenê mirovên ku ji ava kaniya zimanê Kurdî vexwerine û pê sermest dibin dikarin têbighên û binirxînin. Lê hîn bersiv bi dawî ne bûye.
Kurdî.. deryayeke kûr, fireh û bê dawî ye. belkî niha melevanên wê kêm bin, lê ez bi bawer im, di paþerojê de, ew dê pir û pir bibin.   
Nivîsandina bi Kurdî þanazî û serbilindî ye. Ew pirsa sar a di kêlîkekê de, ku di mejiyê min de hatiye meyandin, dê tucarî min nequfilîne, pênûsa min sar neke û heya ez hebim ezê xama wê ji av û heyama Kurdistanê bistînim û lênûsa xwe bi wan tîpên zêrîn germ bikim. 

 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4214