Ji Evīna Rojźn Kevin: Žewata Sīnema Amūdź
Dīrok: ĒįÓČŹ 12 ĻķÓćČŃ 2015
Mijar: Nūēe



Konê Rež

Hîn temenê min nebibû neh sal, dinya payîz bû, nû ketibûm dibistanê de, li gundê me belav bû ku ževê din sînema Amûdê hatiye žewitandin û gelek zarok têde qir bûne. Hingî, kesî ji gundê me li Amûdê nedixwend, lê ji gundê Gundik, Mihemed û birayê xwe Hesen zarokên Ehmedê Mehmûdko li Amûdê dixwendin. Gundik, gundekî serbixwe ye, lê ji ber nêzîkbûn û pêwendiyên xelkên wê bi Dodayan re, wek taxek wê ye.
A dinî rojê, zilaman ji hev re digot; vê sibehê Ismaîlê Çelebî li ser pižta hespa xwe bi hawarî diçû Amûdê. Ew pismamê Mihemed û Hesen bû yên ku li Amûdê dixwendin.

 Hina digot, eger rast sîneme žewitî be helbet ew jî têde hatine žewitandin.. Hina digot derewe, çilo wê sîneme bižwite?! sîneme nažewite.. Her yekî gotinek digot..
Wê rojê pêde qal û qultên gundiyan li ode û di ber dîwaran de behsa žewata sînema Amûdê bû.. Evarî nûçeyên nû ji gundê Gundik hatin û gotin: Her dû kurên Ehmedê Mehmûdko, Mihemed û Hesen selametî ne, wê ževê ew neçûbûn sînemê. Lê pirên zarokên ku çûbûnê, dibêjin hatine žewitandin, digel Mihemedê Seîd Axayê Deqorî.. Û ji hev re digotin; dema ku agir bi sînemê ketiye, polîsan deriyê wê girtine, rêk nedane ku kes derbasî hundirê wê bibe û di hawara zarokan de here..! Di wê kêlîkê de Mihemedê Seîd Axa li qehweyê rûnižtîbû, dema ku bihîst agir bi sînemeyê ketiye, bi lez û hawarî xwe bi sînemê ve gîhandiye, polîsan nehižtiye ku ew jî derbas bibe, lê wî sîlak yê polîs xistiye, bi zor derî vekiriye û derbas bûye û di encam de bi dehan zarok ji nav rivîna agirê sînemê rizgar kirine. Dibêjin di wê rewžê de hina bang lê kirine û jêre gotine: Tižtek bi kurê te Fehed nehatiye, ne di sînemê de ye.. Wî, li wan vegerandiye: Tev wek kurê min Fehed in, zarokên Amûdê tev zarokên min in.
Lê di hewildana wî a dawî de, dema du zarok di bin çengê wî de bûn û dikir wan ji nav agirê sînemê derxîne, ji nižka ve banê sînemê bi ser wan de hat xwarê. Û wî jî, canê xwe ji dest da.. Hem jî digoton; du zarokên Nezîr Axayê Omerî jî têde hatine žewitandin.. Û her yekî li gor bihîstin û xeyala xwe bûyer mezin û biçûk dikirin..
A dinî rojê, bavê min û her du apên min Silo û Žikrî, digel mixtarê gund Evdê Gedo û birayê wî Serhan û Hecî Kevir, Mehmûdê Millî û neh/deh gundiyên din jî bi wan re, wek žanda gundê Doda, berê xwe dan bajarê Amûdê, serdana Amûdiyan bi tevayî û Seîd Axayê Deqorî û Nezîr Axayê omerî bi taybetî.
Ji mêj ve, ežîra Bûbilana ku Dodayî jêne û ežîra Deqoriyan hevalbendên hevbûn, di xêr û žeran de li ser hev dixeyidîn û di rojên teng de di hawara hev de diçûn. Her wiha jî, Bûbilanî di warê dubendiya Mehmûdkiyan û Etmankiyan de hevalbendên Mehmûdkiyan bûn û Nezîr Axa jî, yek ji mezinên Mehmûdkiyan bû.
Vêca wek erkê ežîrtiyê, Dodayan ne tenê divîbûn sersaxiyên xwe ji her du axayan re pêžkêž bikin, belê divîbûn tižtê ji wan bê, ji tev xelkên Amûdê re pêžkêž bikin.. Dodayan žewata zarokên Amûdiyan wek žewata zarokên xwe didîtin.
Li vegerê, bavê min pesnê malwêraniya žewata zarokên Amûdê ji pîrika xwe Nûrê re digot û dibiland: Pîrkê! Zarok li Amûdê nema ne..! Xwedê neyne serê kesî..! Kes nizane çilo sineme hatiye žewitandin, hin dibêjin, destê dewletê di žewata sînemê de heye..?!
Pižtî wê rojê û bi çend heyvan jî, çîroka žewata sînema Amûdê bi tirs, keser û xemgînî di nav gundiyên me de dihat gotin.
Bûyer mezin bû, qurbanî pir bûn, xemaniyê jî dirêj kir ta roja îro.
  





Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4209