Rola Jina Kurd di Þoreþê de
Dîrok: ÇáÎãíÓ 10 ÏíÓãÈÑ 2015
Mijar: Nûçe



Vejîna Kurd

Bêguman qeyrana Sûriyê bandora xwe ya neyînî li hemû aliyên jiyanê yên civakî, aborî û siyasî kiriye, û heya îro jî, ji bo çareserkirinê  tu piroje li meydanê ne diyar in, û roj bi roj, rewþa gelê Sûriyê bi giþtî, û ya kurdan jî di nav de zehmetir dibe. Di ev rewþa kambax û dijwar de, jina Kurd jî temenê vê tevleheviyê dide. Lê tevlî wê, ew ji avakirina kesayetiya xwe ya civakî, rewþenbîrî û erkên xwe dûr neketiye.


Di destpêka þoreþa Sûriyê de, jina Kurd jî wekî hemû jinên Sûriyê, ji bo azadiya gelê Kurd li rex mêran sekinî û dengê xwe bilind kir, ji ber wê jî gelek ji wan hatin girtin, binçavkrin û gelekan jî jiyana xwe ji dest dan. Lê tevlî wê jî, tucarî vîna wê lawaz nebû û ew ji ser riya tekoþînê venegerî, ew yek jî ji sinciya jina Kurd e.
Eger mirov rewþa jina Kurd di vê þoreþê de baþ biþopîne, dê binase ku wê bandora xwe ya erênî li hemî aliyên civakê kiriye, ji ber ku ew ji erkên xwe yên civakî, aborî, perwerde, çandî û siyasî li paþ nemaye. Di wan waran de, jina Kurd sazî û komele ava kirine, û li rex wê, her û her hewil dide, ku zarokên xwe ji windakirinê biparêze.
Belê; di eniyên þer de jî, jina Kurd bi rola xwe ya welatparêzî û netwî radibe, ew jî, ligel mêr rûpelên dîrokî ji berevanî, lehengî û pêdariyê dinivisîne, û ew li seranserî cîhanê wek nimûneyeke dîrokî ji hemû jinên cîhanê re tê binavkirin.   
Ma gelo destane û lehengiya pakrewna azadiyê Arîn Mîrkan ya ku li Kobaniya berxwedanê hate nûsandin tê ji bîrkirin? Birastî; kar û xebata ku îro jina Kurd dike, ew tê wateya têgihîþtin û asta bilind ji welatparêzî û netewperwriyê.
Rast û durust e; ji berê de bav û kalên me gotine: Þêr þêr e, çi jin çi mêr e!!.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4206