Ji Navdarên Welatê Min: Melle Ehmedê Namî (1906 – 1975)
Dîrok: ÇáÎãíÓ 03 ÏíÓãÈÑ 2015
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

Di roja 11-12-2015î de 40 sal di ser koçkirina Melle Ehmedê Namî re derbas dibe. Bi min xweþe ku bi vê helkevtinê, em wî bibîr bînin.
Dema ku mirov Melle Ehmedê Namî bibîr tîne, an li ser serboriya wî diaxife, di derhal de pirtûka wî (Agirê Sînema Amûdê) û sirûda wî: 
Pê‏‏‏þkevin em serfirazin miletê Kurdî
Yan mirin em dê bibînin yan jîna kurdî.. 
Têne bîra mirov û pêre pêre jî, rêhevalên wî: Cegerxwîn, Qedrî Can, Melle Ehmedê Zivingî, Melle Palo, Melle Ebduselam Nacî, Melle Nûriyê Hesarî, Dr. Nafiz Zaza û gelekên din têne bîra mirov.


Hem jî gundê (Tilþiîra Aþîtan), hêlîna afirandinên wî, warê dost û hevalên wî, yên herî nêzîk wek: Hecî Eliyê Evdê, Ûsivê Evdê axayên gund, tên bîra mirov..
Di sala 1943an de li ser daxwaza Mîr Celadet Bedirxan û bi arîkariya Hecî Eliyê Evdê, dibistanek Kurdî li gundê( Tilþiîrê) vekir, bi dehan xort û keç, jin û mêr, fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî kirin.
Seydayê Namî, mirovekî mêr bû û mêraniya wî di nivîdandina pirtûka (Agirê Sînema Amûdê) de xweþ diyare.. Ew heyamê ku kesî newêrîbû bigota ez Kurd im, wî Agirê Sînema Amûdê bi mêranî nivîsand... Hem jî mêraniya wî di hêza helbestên wî de diyare, ta pileyekê ku hin di bêjin û ez jî bi wan re:
Helbestên seydayê Namî ne kêmî helbestên seydayê Cegerxwîn in, di warê hûnandin, ramyarî û Kurdperweriyê de.
Wek nimûne ev sirûda wî bi navê (Gaziya Keçan):

Birayên delal hûn werin xortino
Heger hûn neyên vane keç em meþîn..

An eva bi navê (Dilê jar û xemgîn):

Diljaro ji xew rabe, ji derdê miletê xemgîn
Xebatê pir bikin îro, bi serbestî bibin zengîn

Me (Tacdîn û Çeko) nînin, xeberdarê me bê (Gurgîn)
Bi top û balefir rabin, li zozanê dilê xemgîn..

Qamiþlo, 03.12.2015







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4201