Alanname.
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 20 äæÝãÈÑ 2015
Mijar: Nûçe




Mizgîn hesko

Kurd im 
Penaber im 
Ji revê ber bi reveke din ve
Û hemû riyên
Ku wan diþopînim
Bi tenha dagirtî remedêlk
Û hilma þikestinê


 Û þikestîne
 Þûþeyên dilan þikestî ne
 Hemû riyên li pêþ min
 Mij û moran
 Û tarî ne.

Kurd im...
Nevîçirka êþ
Û wêranê me
Li þûn xwe
Min...
Welatek kelogirî hêla ye
Û di riyên biyan de
Li henaseyên
Welatekî digerim.

Di van xaçeriyên asê de
Li hawîrdorê xwe
Dizîvirim
Û þikestin
Min dorpêç dike.

Ji revê ber bi êþê ve
Ji êþê ber bi revê ve
Û revînok in...
Hemû gavên min revînok in
Xapînok in...
Hemû þopên min xapînok in
Û qeraxên van riyên nenaskirî
Tije rewrewek û pîrhevok in

Kurd im...
Û rêgehên hêviyê
Bi tenha sawîr in
Pencereyên çareseriyê
Reþebîr in Dergehê fetale
Tevnepîr in.

Penaber im...
Xwe li pêlan dikim
Û pêlên van deryayan
Verêþa...
Hinavê zordarê mîr in.

Pêlek ....
min radestî pêleke din dike

Kurd im...
Li mistek ax diger im
Da ku tê de
Alaya xwe li ba bikim
Û çi gava ku li xwe haye dibim
Derya... Çendekê min î þikestî
Ji ber xwe dike
Û weha jî...
Heman deryayê
Ji ber xwe kir
Çendekê Alanê min.

Û Alano...
Bi pêlavên xwe
Riwên mirovan
Yên din naþî me dikirin
Di guhê kîjan
Dêwî de
Mirovanî raketî maye...?

Û Alano...
Zaro bû
Berþîr bû
Bi lêvên xwe yên pembe
Memikên zemînê dimêht

Yê li wê beravê
Vezîlandî
Firiþteyek bû
Giyanê xwedawendan
Di`azirand
Serî ber bi jêr ve
De lorî...lorî
Hela megrîn Ji me re dinehwirand
Ji nixîsên ber mirinê
Dîmena mirina mirovaniyê
Dineqiþand

Û em ê hêsran bibarînin
Lê....
Deryayeke bê ser û ber
Çavên Alano
Þil nekir.

Yê li wê beravê
Di xewa þêrîn de
Neviyekî mîdî bû
Jena jenîna kezeba
Jineke kobanî bû
Sehara sibêdeyan
Li rêgehên welatekî digeriya
Li mistek ax digeriya
Da ku tê de
Têr...têêêrrrrrrrrrr
Bi lîstokên xwe þa bibe.

Yê li wir
Li wan beravên nenas
Di nimêja xwe ya dawîn de
Bi xewna welatekî
Çav girtibûn.

Yê li wir
Ku bi lêvên xwe yên pembe
Memikên zemînê dimêht
Peyamberê evînê bû
Hezkirin...
Li me parve dikir
Û me...
Ji hev hez nekir.

Rezber2015






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4192