Ji Evîna Rojên Kevin, Nexweþiyên Zaroktiyê
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 10 äæÝãÈÑ 2015 Mijar: Nûçe
Konê Reþ
(Bihemdûnê
bang dikir Til Êlûnê; ez bi kuxikê û tu bi çavkulbûnê, em nahêlin zarok li qûn
rûnên)
Digel lîztik û
yariyên ku di zaroktiyê de me bi wan dilîzt, gelek caran dema ku diranê þîrî yê
yekî ji me diket û yekî nû di þûnde þîndihat, me ew diranê ketî davêt ber tava
rokê û digot: (Rokê rokê ji te diranekî ketînî bide me diranekî zêrînî). Hem
jî, dema ku nû diranên zarokan derdiket, diya wî zarokî an zarokê danûkên ji
nok û genim kelandî çêdikir û bang zarokan dikir: Zarokno werin danûkên derketina
diranên (Silo) bixwin, diranên wî derketine..
Gelek caran, ji
ber xwasbûn û neþûþtinê lingên hina ji zarokan diterikîn, tiliyên lingê wan li
keviran diketin û birîn dibûn û gelek ji ber kêmxwarinî, guhdanî, çepelî û
qirêjiyê, pizik di bedena wan de derdiketin; ji serê xwe gurî dibûn û ji bedena
xwe kotî dibûn.. Digel ku wek van nexweþiyan jî hebûn: Xurî, Sorik, Kuxka Hawa,
Çavkulbûn, Pizka Peto, Qirikketin, Bi Heyvêketin, Bûka çavan, Zerdkî, Belakûk, Mîkutok..
Xurî: Wek
peqilkên bi av di bedena zarokan de çêdibû û dixuriyan. Dema ku yek bi xuriya
diket, diya wî digot; bi (Bimbarekan) ketiye, newêrîbû navê xurya bibêje, ji
tirsa ku kurê wê nemre û rehet bibe.. Gelek caran hin zarok ji ber xurya kor
dibûn. Û di nav xelkê de dihat gotin: (Sorik dibêje em tên nav dilan, xurî
dibêje, em tên nav çavan).
Sorik: Wek
pizrûkên hûrik di bedena zarokan de çêdibûn û sor bûn..
Kuxka Hawa: Gelek
caran jî, zarok ji ber sermê û germê bi kuxika Hawa diketin, dengê wan dibû wek
dengê dîkan, gotina wan dirêj dibû. Yê ku bi kuxika Hawa diket, ew dibirin cem
hina ku ev nexweþî ji ber destê wan diçû. Wî kesî yê nexweþ dibir ser hewdikê
mirîþka, sê carî kêra xwe bi hewd disût û tûj dikir û paþê serê wî di ser
hewdik re xûz dikir û piþta kêrê, sê carî kêr di ser qirika wî re dibir û tanî
anku wî þerjêdike..
Hina jî,
navbera du calên genim yên vala qul dikir û ji yê nexweþ re digot; divê tu heft
caran di qulê re here û were..
Çavkulbûn: Hingî
çavkulbûn gelekî belav bû, bi ava qurmizê dikirin çavan de, vêca derdora çavê
zarokên çavkul sor xuya dikir.. Ji ber pirrbûna hala kuxik û çavkulbûnê wiha di
nav xelkên beriya Mêrdînê de dihat gotin: (Bihemdûnê bang kiriye Til Êlûnê; ez
bi kuxikê û tu bi çavkulbûnê, em nahêlin zarok li qûn rûnên).
Pizka Peto: Pizikek
mezin bû di bedena hin zarokan de derdibû, malbatek pispor bi rehetkirina vê
pizikê li gundê Çewdara hebûn..
Qirikketin: Gelek
caran qirika hin zarokan diket, peqilkek di hundirê qirika wan de derdiket, digotin;
Qirika wî ketiye. Hin hebûn zanîbûn qirikê hilînin. Tiliya xwe dixistin devê yê
qirikketî de û ji niþkê ve ew peqilk dipeqandin, xwîn û elem jê dihat. Paþê ava
þor di devê wî de werdidan û wiha rehet dibû.
Bi Heyvêketin: Yên
ku bi heyvê diketin, bi teniya binê beroþê xaç an heyv li ser eniya wî/wê
dineqiþandin..
Bûka çavan: Gelek caran pizikek biçûk
bi navê (Bûkê) di çavê hina de derdiket, çareserkirina wê; divîbû ku jinekê
kurapê xwe kiribe û di roja çarþemê de, sê biskên porê xwe di ser bûka çavê yê
nesax re bibe û bîne..
Zerdkî: Rengê
zarokan bi vê nexweþiyê zer dibû, ev nexweþî di roja çarþemê de li cem hina
pispor yên ku naskirîbûn bi rehetkirina vê nexweþiyê dihat rehet kirin. Ew jî,
bi hilma ava petrîþoka kelandî.
Belakûk: hin
caran belalûk di destê hina ji zarokan de derdiketin. Divîbû roja çarþemê here
cem yekê Mele ku naskirî ye bi rehetkirina belalûka, yê Mele li ser 7 lib ceh
dixwend û jêre digot: tê van libên ceh di nav xakekê de biçîne ta ku zîl bidin,
hingî wê belalûk ji destê te herin..
Mîkutok:
Pizikên biçûk bûn, wek libên nîskê di bedena zarokan de derdiketin..
Gelek caran jî,
hin navêþî dibûn an nava wan diçû, digotin bi xwarinê ketiye, heshesûk didan
wan an þifre li piþta wan dixistin.. Carna jî, dema ku ba diket kaboka hina, divîbû
berê xwe dida çiyayê Bagokê û wiha bêje: (Çiyayê Bagokê! Ku ba here ji kabokê
ezê bidim dannokê).
Mezinan em
þîret dikirin û digotin, bela nenûkên we dirêj nebin, þeytan xwe di bin wan de
vediþêre, hem jî digotin; li binê bîrê mêze nekin wê þeytan kopalê xwe bavêje
stûyê we û we têxe bîrê de. Û digotin; li ser rêyan gû nekin, wê Pizka Peto di
qûna we de þîn bê..
|
|