Salvegera Yekê ya Babelata şengalê
Dîrok: ÇáÃËäíä 14 ÓÈÊãÈÑ 2015
Mijar: Nûçe



Rozad Elî/Desteya sernivîser*
Sal: 2014, mihe: 8/Gelawêj, roj: Yekşem, cih: Şengal. Li wê rojê dîsa hêzên hov û reş ên ku bi sexteyî doza Îsalmtiyê dikin, ala wê radikin û di bin navê Xwedê û Pêxember de  ferman û babelateke giran bi ser gelê me yê Kurd de rakirin, êrişeke mezin bi ser Şengala xopan de rakirin. Vê carê ew bêtar û babelat ji para Kurdên Êzdî bû û mîna fermana 74an di dîroka Êzdiyetiyê hate tomarkirin.
Di wê rojê de, terorîstên  Rêxistina Dewleta Îsalamî ku bi DAIŞê tê nasîn, hêrişeke berfere birin ser navça Şengalê, gund û bajarên wê dagîr kirin, û bi deh hezaran ji xelkê Şengalê mal û warên xwe berdan û koç kirin, bi hezaran jî jin, mêr, keç, xor, biçûk û mezin hatine girtin. Ji wan bi sedan hatin kuştin, dor pênc hezar mirov jî ta niha windayî ye û çarenûsa wan ne diyar e. Dor du hezar keç û jinên ciwan jî mîn malxosibiye hatin birin û li bazarên bajarê Mûsilê û Reqayê bi peran hatin firotin.

Vê babelatê û van kiriyarên hovane û çepel birînek kûr di dil û wijdanê her kurdekî û her mirovhezekî de vekir. Raya giştî ya cîhanî, ya Îslamî jî di nav de, ji wê karîsetê bihitî. Hêjayê gotinê ye, ku roleke jina Kurd a Êzdî û securedementera Îraqî xanim Viyan Dexîl di riswakirin û şermezarkirna bûyerê de hebû. Gelek navend û rêkxrawên mirovî û navdewletî û serokên dewletan Xanim Viyan pêşwaz kir û xemgîniya xwe li derbarê babelata Şengalê xuya kir.
Ji hêla xwe de, hikumeta Herêma Kurdistanê jî bi erkên xwe yên mirovî û netewî rabû. Wê jî, bi alîkariya xelkê Şengalê, hêzên YPG û balefirên navdewletî bi de hezaran mirovên ku li serê Çiyayê Şengalê hatibûn dorpêçkirin, rizgar kirin, hemî penaberên Şengalê li herêmê bi cih kirin, û li bendê ne ku tevahiya Şengalê rizgar bibe û xelkê wê vegere mal û warên xwe.
Ustubariya sazî û rêxistinên cîhana û navdewletî, her kesê mirovhez e û rêzdariya mafê mirovan digire ye, ku ew Kurdên Êzdî ku bi destê DAIŞê hatine revandin, û keç û jinên ku wek enfal û malxo ji hêla lawirên daişî ve hatin birin û li bazar û çarşiyan têne firotan, ustubariya wan hemiyan e ku ew werin rizgaerkirin û li mal û welatê xwe vegerin. Ji ber ku şerê li dijî teror û terorîstan ne tenê ustubariya gelê Kurd e, ew erkeke mirovî ye û hemî cîhana azad di ber de berpisiyar e.
Bimire terorîst.. Bijî xelkê me yê Şengalê.
* Sergotara rojnama Newroz – hejmar / 113 / - Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4143