Ji Evîna Rojên Kevin -20-
Dîrok: ÇáÃËäíä 07 ÓÈÊãÈÑ 2015
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

Dibistana min ya pêþî gund û bênderên wê bûn. Ez ji wan fêrî zimanê Kurmancî, çîrok, çîvanokên folklorî, mamik, gotinên pêþiya û lîztik û hejmarên lîztokên zarokan bûm. Ta roja îro, gelek ji wan di bîra min de ne û min ew ezber kirine wek: (Hebû Kêzikek, hebû qirþ‏ikek, hebû tertikek, ba hat, qirþ‏ik firya, baran hat, tertîk hilya, hingê Kêzê kenya kenya rovîtirtirka wê qetya), an (Çîrokê  çîvanokê, xetxetokê golika xalo, çû piþ‏t malo, golkê go: err, kalo go: tir pîrê go: Kezîkê min kur) û wiha bi sedan. Hem jî çîrokên wek: ‏Þengê û Pengê, Miþ‏ko mi‏þkaviro, Kêzê kêzxatûnê û Pîra du diran... û her wiha me ev gotin jî ji hev re digotin:

- Pezê mîra li kû diçêre?
- Li qelêç
- Çi dixwe?
- Nan û kêç
- Çi dirî?!
- Safî herî.
-Dawta kê ye?
An me ev çîroka (Rovî Rovî Rindik), ji hev re digot: (Rovî, rovî, rindik, serê terya Rovî bi gulpincik, rovî çûye mala xala, herin Rovî bi qute dara bi hejmêr heger ne bît û çare qetla Rovî helale.)
Ji Mamikan jî, me wek van mamikan an þertokan davêt ber hev û ji hev re digotin: (zîq û zîq, du ling û hey‏þt çîq, çiye? (çotkarî ye), yek din: (Diçim serê banekî, dikutim bismarekê, deng diçe hezarekî, çiye? Dengê Birûsk û Tavê ye).
Gundê min, gundekî nimûne bû ji gundên Beriya Mêrdînê re bi tev xisletên xwe ve. Ez ji xelkên wê fêrî gelek irf û adetên kurdiya orjînal bûm, wek: Dawet û þahiyên zewacê û stranên kêfê yên ku di wan de dihatin gotin, þîniyên miriyan û gotinên ku jinan li ser miriyan digotin, nexweþiyên zarokan û çareserkirina wan bi niviþt û duayên seyidan, paleya dexlan, gêrekirina sap û dêranê.. Digel berberiya gundiyan a xwe bi xwe ji betalî, xeþîmî û nezaniyê..
Di nav vê cenga zaroktiyê de, ez fêrî gelek irf û adetên Kurmanciya xelkên beriya Mêrdînê bûm û tev ji min re bû bingeh, di warê hebûna min a kurdewariyê de, nexasim piþtî ku min bi zimanê erebî xwend û serwextî irf û adetên ereban bûm, hingê ji min ve hat xuya kirin ku kultura me, bi deh taq ji ya wan zengîntir û bi rêk û pêktire..







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4135