Strana Evînê
Dîrok: ÇáÎãíÓ 03 ÓÈÊãÈÑ 2015
Mijar: Nûçe




Konê Reþ

Ger tu ewrê reþtarî bî
Baran, xunava te me.

Ger tu bihara rengîn bî
Gul û kulîlkên te me.


Ger tu gelî û newal bî
Çiya, zinarê te me.

Ger tu rêwiyek winda bî
Rêk û rêberê te me.

Ger tu derya bê binî bî
Ez kelekvanê te me,

Felek li ser te gerya bî
Xan û hêlîna te me.

Ger tu Cizîra Botan bî
Mîr Bedirxanê te me.

Ger Qamiþloka rengîn bî
Ez Cegerxwînê te me.

Ger tu Amûda çavreþ bî
Seîd axayê te me.

Ger tu bajarê Amed bî
Tam þêx Seîdê te me.

Ger tu bi ol Êzidî bî
Þingal, çiyayê te me.

Ger tu Badîn û Þêxan bî
Hec û Laliþa te me.

Ger tu Edûla Millî bî
Derwêþ Evdiyê te me.

Ger tu þêxa Serhedî bî
Bijîr mirîdê te me.

Ger tu Mêrdîna delal bî
Birast, keleha te me.

Ger tu Hewlêra paytext bî
Keleh, minara te me.

Ger tu ew Zîna Zêdan bî
Memê Alanê te me.

Ger tu ew Xeca zerî bî
Çak Siyabendê te me.

Ger tu Þêrîna Ferhad bî
Ferhad, dildarê te me.

Ger tu ew Nexþê Rewan bî
Rustemê Zalê te me.

Ger tu ew hespa kihêl bî
Taze siwarê te me.

Ger tu koçera beryê bî
Ez konê reþ î te me.

Ger tu asoyê bilind bî
Bazê asmanê te me.

Ger tu ew (Bejna) dinasim
Heyranê bejna te me.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4132