Parastina zarokên me, parastina gelê me ye.
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 14 ÃÛÓØÓ 2015
Mijar: Nûçe



Mihemed Zekê Mihemed

Weke tê Zanîn, nifþê nû l cem hemi miletên cîhanê, hêviya paþerojê ye, ji ber vê yekê guhdaneke mezin li wan tê kirin, da ku li ser kesayetiyeke serbixwe bêne perwerdekirin.
Li nik gelek miltên pêþketî, roja yekemîn ji sala xwendinê, rêvibir û mamosteyên wan bixêr wan dikin, silavê li wan dikin, ji wan re dibêjin: Emê saleke nû bi hev re bibûrînin, hêviya me ewe, ku em tev bi kêf û þadî vê salê bi hev re bidomînin, dema ku em tev bi çave hevaltî û biratiyê li hev binêrin.

Em dizanin ku mirov nikare ji her kesî hez bike, lê em hêviyan li ser avadikin, ku win bi rêz bi hev re bidin û bistînin,win hev nêþînin, bi vî rengî emê saleke bi þadî bi hev re derbasbikin, di heftiya pêþî de emê we hênî þêweyên ku alîkariya we bikin, ta ku tev bi rêz li hev binêrin û sala xwe berdewam bikin.
Ji wan þêweyan mina girûpên bo çareserkirina têderxistinokan ( mamik ) ….hwd, û car bi car endamên wan girûpan diguhêrin ta ku bi hev þêrîn bibin, ev li hêlekê, li hêla din ji wan re dibêjin, kirête ku mirov bi havalên xwe bikene û henkên xwe bi wan bike, nemaze ew kesên ku kîmasî di wan de peyda dibin, ji ber ku bandora xwe li rewþa wanî derûnî dike,xwendekarên xwe li rêzgirtin û demoqrsiyê xwedî dikin.
Lê li cem me, zimanê me qedexe bû, dibistanên me tinebûn, zarokên me li dibistanên erebî dixwendin, ji loma gelek asteng didêtin, ta ku hînî zimanekî nû dibûn, ji bilî vê jî, þêweyên perwerdekariyê li cem me ne demoqrasî bûn,cudawazî di navbera xwendakarên Kurd û Ereb de hebû, tevî ku lêdan qedexe bû, lê mixabin li gelek deveran bikar dihat, ev li hêlekê, li hêla din xebateke bê westan dihate kirin, da ku mejiyê zarokên biþon, û kurdîtiya wan di çavên wan de reþ bikin, hestê netewî li cem nifþê paþerojê, biçilmisînin û pûçbikin, ev ji bilî rewþa aborî ya zor û dijwar ya ku li ser miletê me dihate ajotin, û encama sejimara awarete  (bê nasnamekirin) bandoreke xurt li gelê me kir, û hiþt ku pareke mezin ji miletê me zarokên xwe ji dibistanan derînin, ji ber ku þandina wan bê sûde didîtin, ev bo sedemeke serke ku zarokên me di temenkî biçûke de ketin bi kar de, û hin bi hin dûrî malbatên xwe diketin, û rê û þivîlên çewtiyê li ber wan vedibûn.
Li hemberî van buyer û kiryaran erk û stûbarê me tevane, ku em li çarena bigirin, da ku em nifþê xwe yê nû biparêzin, dibe ku sûde ji xalan bête dîtin:
1-Encama van kiryaran ji dê û bavan re bête þîrovekirin, ta bighêjin baweriyê ku ev kiryar bi mebesta dûrxistina zarokên me ji xwendinê bû.
2-Em li zarokên xwe xwedî derkevin, zû bi zû wan bi kolanan de berndin, wan nêxin bi karên giran de.
3-Hezkirina zimanê dê û dîroka kurdî di giyanê wan de biçînin, di riya çîrok û stranên folkilorî re, bêgumane, ku her kalemêrek an pîrejineke kurd pirtûkeke folkiloriye,û di van salên dawî de gelek nivîsar û pirtûk jib o zarok û nifþê nû hatine çapkirin, nemaze yên ( Mihemed Emîn Boa Erselan, malbata Celîl……), û dansîna Mûzîka kurdî ya resen bi nifþê nû.
4- Rola gelê kurd di avakirina þaristaniya rojhilata navîn de, pir bilind û berz e, tevî hewildanên bincilkirinê.
5-Nivîskar û helbestvanên me ne kêmtirî yên miletên cîhanê ne ( Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Þerfxanê Bedlîsî…..).
6- Di dirêjahiya dîrokê de, gelê kurd gelek kar û xebat û mêrxasî kiriye, ta xwe ji êrîþên biyaniyan parastiye,mina mêrxasiya kurdan di Kela Dim Dimê de, bi serkêþiya Xanoyê Çeng zêrîn û gelekên dîtir.
Dema ku mirov ji xwe re rezekî biçîne, û berê rezê xwe ne parêze û av ne de, guhdarî û nobedariyê li rez neke, bêguman wê tu berî jê nexwe, nifþê nû jî mina rezekê ye, eger mirov lê xwedî dernekeve, wê li ber pêlan here, ji loma em dibêjin, Parastina zarokên me, parastina gelê me ye.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4121