Komkujiya Pirsûsê.. Kî Berpirsiyar e?
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 11 ÃÛÓØÓ 2015
Mijar: Nûçe



Merwan Berekat*

Komkujî û kiryara terorîst a ku di 20. 07. 2015an de li navenda çand û hunerê li bajarê Pirsûsê ji aliyê xwekujekî de hatibû kirin, û di wê de 32 ciwan þehîd bûbûn û bi dehan jî birîndar bû bûn, kî ji ber ve berpirsiyar e?
Piþtî ku Yekîneyên Parastina Gel, bi hevkariya Pêþmergeyên Herêma Kurdistanê û Hevbendiya Navdewletî bi hêza xwe ya ezmanî bajarê Kobanê û gundewarên wê ji çeteyên Da`iþ rizgar kirin, serê pir aliyên ku naxwezin gelê Kurd xwe û herêmên xwe ji teror û wêrankirinê biparêzin, bi rêbazên curbecur, bi dizî û eþkere nerazîbûna xwe nîþan dan, li ser serê wan jî dewleta Tirkiyê tê. Lê piþtî ku Girê Sipî(Til Ebyed) jî hate rizgarkirin, asta wê nerazîbûn û çavsoriyê li ser ekranên TVyan bilind bû, ta komkujiya roja 25ê meha Pûþberê li bajarê Kobanê û gundên wê bi destên çeteyê Da`iþ çêbû.

Lê dîsa jî, çavsoriya wan xêrnexwez û destqulên bi Da`iþ re ko ne bû, her yekî ji wan bi þêwakî deng bi xwe xist, ta ku li Sirûcê jî, xelekek li zincîra teror û kîndariyê zêde kirin.
Di roja ev komkujiya xwînî û hovane de, rayedarên Tirkiyê ew kiryar bi terorê nav kirin, û yekser ew xistin stiwê Da`iþê, lê di heman demê de jî, nîþan didan ku herêmeke parastî ji aliyê Tirkiyê ve, û li seranserî sînorê bakurê Sûriyê, nemaze li sînorê herêmên Kurdî pêwîst e,??! Lê tiþtê ku zêdetir seyr e, hinan ji wan rayedaran hewil didan ku berpirsiyariya vê komkujiyê têxin stiwê Yekîneyên Parastina Gel, ji ber ku ew nikarin sînor biparêzin!?   
Piþtî serkeftinên hêzên Kurdî li eniyên þerê bi çeteyên Da`þê re, berî hemû aliyên ku li ser erdê þer dikin, û yên ku destêwerdana wan di kirîza Sûriyê de hene, rayedarên Tirkiyê ragihandin û gotin: Em nahêlin Kurdistanek li bakurî Sûriyê ava bibe. Tevî ku aliyek ji tevgera rêzanî ya Kurdî li Sûriyê nîne, ku doza Kurdistaneke serbixwe li bakurê Sûriyê dike??!
Ji destpêka kirîza Sûriyê de, hefteyek bê kuþtina sivîlan bi guleyên leþgerên Tirkiyê li ser sînor derbas nabe, û bê ku lêpirsîn ji bo sedemên wê bibe, eger bibe jî, bersiv; parastina sînor e??  Lê çima di dirêjiya vê kirîzê de, terorîstekî Da`iþê bi guleyên wan leþgeran nehatiye kuþtin..?
Ji aliyekî din ve, berî komkujiya bajarê Sirûcê, serkirdeykî leþgerî yî Emrîkî dibêje, þerê bi Da`iþ re wê çend nifþên din jî bajo. Ev tê wateya ku Hevbendiya Navdewletî ya bi serkêþiya Emerîka ji bo þerê Rêxistina Dewleta Îslamî ya tundrew û terorîst bi salan dê li ber xwe bide. Eger birastî wisa be, ev rêxistina ku dijîtiya þaristanî û mirovatiyê dike, û roj bi roj ne tenê di herêma Rojhilata Navîn de, lê belê sînorên herêmê jî derbas kirine û gol vedaye, ewê pir sînorên din jî derbas bike, dê hovîtiya xwe berdewam bike û komkujiyên ji ya bajarê Pirsûsê mezintir jî bike. Ji ber wê jî, eger civaka navdewletî bi tundî û di demeke nêzîk de, vê rêxistina terorîst, ne mirovatî û hovane ji kokê de raneke, metirsiya wê li ser hemû gelên cîhanê heye. Û beþekî mezin ji berpirsiyariya van kiryarên xwînî yên ku ji aliyê Da`iþ û rêxistinên wek wê ve tên kirin, dikeve stiwê civaka navdewletî.
Ji bo ku em dadwer bin, û her tiþtekî nexin stiwê filan alî û bêvan alî, divê em a xwe Kurdan jî nîþan bidin. Bêguman nelihevkirin û neyekrêziya me, deriyên lawazbûnê zêde dikin. Ew dihêle ku pirtir derfet bi destê xêrnexwez û dijminên gel û doza kurdî kevin. Ji aliyekî din ve, divê em di wê baweriyê de bin, ku her em nêzîkî armancên gelê xwe bibin, ewqas neyar û xêrnexwezên Kurdan dê çavsor bibin û wê bi hemû rêbazan pîlanan bigerînin. Di vî warî de dîroka me pirmînak e, ji ber wê jî zor pêwîst e ku em sûdê jê bigrin, û pirtir hajî xwe û doza xwe hebin.
* Sergotara rojnama Newroz – hejmar / 112 / - Ji weþanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.
  





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4116